Yewnanistan û dewleta Tirk dê ji nû ve dest bi peywendiyên keşifkirinê bikin

Rojnameyeke Yewnanistanê diyar kir ku Atîna û Enqere dê peywendiyên keşifkirinê ku piştî darbeya 2016`an li Tirkiyê hatibûn rawestandin, dewam bikin.

Yewnanistan û dewleta Tirk dê ji nû ve dest bi peywendiyên keşifkirinê bikin
12 ÇILE, 2021   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Kathimerini ya Yewnanistanê ragihand ku dê Yewnanistan û Tirkiye peywendiyên keşifkirinê dewam bikin û tê payîn ku gera 61`an di 25`ê Çileyê de li Stanbolê dest pê bike.

Pewyendiyên keşfkirinê yên bi rêya online dê zehmet bin û dê peymana diyarkirina sînorên deryayî mijara sereke ya nîqaşê be.

Yewnanistanê diyar kiribû ku wê tenê dozên girêdayî herêmên deryayî bên nîqaşkirin. Dewleta Tirk jî dibêje ku dê gelek dozên wekî bêçekkirina giravên nêzî xaka wê û serweriya li ser hin giravan, mijarên nîqaşê bin.

(cx)