​​​​​​​Greva birçîbûnê di roja 47`emîn de bi biryardariyeke xurt didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 47`emîn de didome û girtî di çalakiya xwe de bi biryar in.  

​​​​​​​Greva birçîbûnê di roja 47`emîn de bi biryardariyeke xurt didome
12 ÇILE, 2021   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  47`emîn de berdewam dike.

Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin û bang li gel jî dikin ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI MEXMÛRÊ DI ROJA 26’EMÎN DE YE

/kr/uploads/files/2021/01/12/111039_image_2021_01_12t11_10_10_235z.webp

Li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûnê de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 26’emîn de dewam dike. Şêniyên wargehê di çalakiya xwe de bi biryar in û diyar dikin heta tecrîd neyê şikandin û zordariya li zîndanan tê meşandin neyên rakirin ew ê çalakiya bidomînin.