Kanada amadehiyê dike “Proud Boys” wek rêxistineke terorîst qebûl bike

Kanada qebûlkirina koma “Proud Boys” a radîkal wek rêxistineke terorîst, lêkolîn dike. Proud Boys beşdarî êrişa li dijî avahiya Senatoya DYA’yê bûbû.

Kanada amadehiyê dike “Proud Boys” wek rêxistineke terorîst qebûl bike
12 ÇILE, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The Guardian da zanîn ku Kanada qebûlkirina koma “Proud Boys” wek rêxistineke terorîst mîna El-Qaîde, DAIŞ û Boko Heram, lêkolîn dike.

Wezîrê ewlehiya giştî ya Kanadayê Ralph Goodell daxuyand ku nivîsgeha wî koma Proud Boys û tundrawên di nava komê de, ji nêz ve şopand.

Goodell got: “Ev kom banga serweriya “kesên spî” dikin û xwedî îdeolojiyên dijberî jin û îslamê ne, ew xeternak û tundraw in.”

Goodell diyar kir ku dema ew hemû agahiyên îstixbaratî yên pêwîst kom bikin, dê bi rengekî guncaw li hemberî wan koman tev bigerin. Wezîrê Kanadayê negot dê kengî Kanada koma navborî bixe lîsteya terorê.

Koma Proud Boys sala 2016`an hate damezirandin. Yek ji damezirînerên wê Gavin Mackens e ku welatiyê Kanadayê ye.

(cx)