YE: Hin dewletên biyanî Iraqê wek qada şerê wekaletê bi kar tînin

Yekitiya Ewropayê li ser bikaranîna xaka Iraqê wek qadeke şerê wekaletê ji bo berjewendiyên welatên biyanî ku armanc dikin ajandeyên xwe pêk bînin, hişyarî da.

YE: Hin dewletên biyanî Iraqê wek qada şerê wekaletê bi kar tînin
12 ÇILE, 2021   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Yekitiya Ewropayê (YE) li Bexdayê Martin Huth îro têkildarî xetereya rewşê hişyarî da û piştrast kir ku hin hêzên biyanî ji bo pêkanîna ajandeyên xwe yên herêmî, Iraqê wek qadeke şerê wekaletê bi kar tînin ku ew yek bêîstiqrariya hundirîn û herêmî zêdetir dike.

Berpirsê ewropî yê payebilind, tekez kir ku ji bo îstiqrara herêmê ji berjewendiya her kesî ye ku beşdarî avakirina dewleta Iraqê ya pêşketî, xurt, biîstiqrar û xwedî serwerî bibe.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê beriya çend rojan piştrast kiribû ku operasyonên desteserkirina hemû çekên bêruxset dewam dikin.

(cx)