Bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî topbarankirina baregehên wê, metirsiyê çêdike

Bêdengiya Rûsyayê ya ji topbarankirinê artêşa Tirk ji baregeheke wê ya li navçeya Til Temirê hişt ku metirsiya li ser sivîlên ku rêya M4`ê bi kar tînin, zêdetir bibe û baweriya wan bi garantoriya Rûsyayê kêm bibe.

Bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî topbarankirina baregehên wê, metirsiyê çêdike
Bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî topbarankirina baregehên wê, metirsiyê çêdike
Bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî topbarankirina baregehên wê, metirsiyê çêdike
Bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî topbarankirina baregehên wê, metirsiyê çêdike
12 ÇILE, 2021   09:16
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji ber êrişên artêşa Tirk 7 mehan rêya M4`ê hate girtin û di 25`ê Gulana 2020`an de bi hevkariya Meclisa Navçeya Til Temirê, hêzên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker rêya navneteweyî hate vekirin.

Beriya hefteyekê artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gundewarên Til Temirê kir û baregeha Rûsyayê ya 2 km dûrî bakurê Til Temirê kir armanc. Têkildarî vê yekê hin welatiyên ku ji Til Temirê ber bi Eyn Îsayê ve diçûn, ji ajansa me re axivîn.

ꞌARMANCA RÛSYAYÊ NE PARASTINA SIVÎLAN Eꞌ

Xalib Elûş welatiyekî ku ji herêma Cizîrê ye û got ew bi garantiya Rûsyayê rêya M4`ê bi kar tînin, baregehên Rûsyayê û navçeya Eyn Îsayê rasterast ji aliyê artêşa Tirk ve têne topbarankirin, lê Rûsya bê deng e û ev jî isbat dike ku tişta li herêmê rû dide bi erêkirina wê ye.

Xalib Elûş destnîşan kir ku armanca hêzên Rûsyayê ji çavdêriya sivîlan li ser rêya navneteweyî, nîşandana hêza xwe ye, ne parastina sivîlan e.

ꞌÇAVDÊRKIRINA HÊZÊN RÛSYAYÊ JI SIVÎLAN RE METIRSIYA SIVÎLAN KÊM NAKEꞌ

Fewaz Mihemed ku ajokarê erebeyeke bazirganiyê ye, guman bi rola Rûsyayê kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Tevî ku hêzên Rûsyayê li ser rêya M4`ê bi me re tev digerin, lê dîsa jî metirsiya vê rêyê heye û em neçar in di vir re herin. "

Fewaz bang li hêzên Rûsyayê kir ku hêzên artêşa Tirk û çeteyên wê dûrî rê bixin û garantiya rê bikin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb têkildarî mijarê ji ANHA`yê re axivî û ev pirs kir: "Baregeha Rûsyayê ya li Til Temirê du caran hate tobparankirin û Rûsya li hemberî vê yekê bê deng ma, wê demê dê çawa parastina sivîlan ji sûcên dewleta Tirk bike?"

Mele Eyûb diyar kir ku sivîl ji herêma Cizîrê ber bi herêma Firatê ve diçin û tu garantiya parastina wan tune ne û bêdengiya Rûsyayê ji êrişên ku beriya çend rojan rû dan, îsbata vê yekê dike.

Ciwan Mele Eyûb di dawiya gotina xwe de bang li hêzên Rûsyayê kir ku bi erka xwe rabin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ur3oRBV4xxM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>