Rojnameyên erebî: Hişyarî û fikarên li ser îhtimala rûdana şerê Îsraîl û Îranê li Sûriyê

Rojnameyên erebî yên îro behsa îhtimala rûdana şer di navbera Îsraîl û Îranê de li Sûriyê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Hişyarî û fikarên li ser îhtimala rûdana şerê Îsraîl û Îranê li Sûriyê
12 ÇILE, 2021   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÛSYAYÊ JI RÛDANA ŞEREKÎ DI NAVBERA ÎSRAÎL Û ÎRANÊ DE LI SÛRIYÊ, HIŞYARÎ DA’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Li gorî raporên ku dezgehên çapemeniyê yên rûsî belav kirin ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên Îsraîlê, dibe ku li başûrê Sûriyê di navbera Îsraîlê û hêzên Îranê de şer rû bide. Piştî agahiyên li ser hewldanên hêzên Îranê yên bidestxistina moşekan, hişyarî ji bikaranîna çekên pêşketî hate dayîn.

Rojnameyeke rûsî jî got diyar e ku senaryoya veguherîna başûrê Sûriyê ji qadeke şer re, dê di 2021`an de pêk bê û destnîşan kir ku dê ew yek “şerê Îsraîlê yê yekemîn li herêmên bakur be” (sînorên bakurê Îsraîlê).

Pisporên ku rojnameyê nêrînên wan girtin, dibînin ku heke serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden biryara vegera li peymana nukleerî ya Îranê bide, dibe ku “vebijêrka leşkerî” jî bê pêşniyarkirin.”

Rojnameyê her wiha bal kişand ser êrişên dawiyê yên Îsraîlê li dijî nuqteyên girêdayî hêzên Îranê li Sûriyê û da zanîn ku hêzên Îsraîlê di 10 rojên dawîn de 3 êrişên asîmanî yên dijwar pêk anîn.

‘GELO ŞERÊ ÎSRAÎL-SÛRIYE-LUBNANÊ PÊKAN E?

Rojnameya El-Nehar a Lubnanê jî wiha nivîsî: “Welatiyên Lubnanê ji êrişeke Îsraîlê ya berfireh li ser Lubnan û Sûriyê bi armanca debkirina bi deh hezaran moşekên Hizbullahê yên li herêmên diyar ên Lubnanê, bi fikar in. Her wiha armanca Îsraîlê ji bombebarana rojane li ser depoyên çekan ên Îranê û yên din ên girêdayî Hizullah û kombûnên leşkerî yên Îranê û Hizbullahê, derxistina wan ji xaka başûrê Sûriyê ya li hemberî Îsraîlê ye.”

‘OPERASYONA “NÊÇÎRA MARAN” ASTA NAKOKIYÊN DI NAVA WÎFAQÊ DE XUYA KIR’

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Ragihandina wezîrê karên hundi ê hikumeta Wîfaqê Fethî Başaxa ya têkildarî destpêkirina operasyonek ewlehiyê li dijî sûcên birêxistinkirî û qaçaxçitiya mirovan, rastî redkirina wezîrê parastinê Selahdîn El-Nemrûş hat.

Çavdêr destnîşan dikin ku operasyona “nêçîrkirina maran” a ku Başaxa ragihandiye, li dijî hegemonya milîsên li Terablusê, Zawiye û Zentanê ye.

Metirsiyên girêdayî encamên operasyona ku Başaxa ragihandiye ku bibe sedema gurkirina nakokiyan di navbera milîsan û hêzên din ên li rojavayê Lîbyayê de.

Hinek milîsan mîna milîsên Terablus, Zentan û Zawiyeyê bi fikar in ku ev operasyon asta hegemonyaya wan qels bike.

Li gorî pêşbiniyên çavdêran, ihtîmal heye ku milîsên Misratayê desteka vê operasyonê bikin da ku sazûmaniyên leşkerî yên din ên li rojavayê welêt lawaz bikin, bi taybet ku Başaxa ji Misratayê ye û ev bajar xwedî girîngiyeke leşkerî, siyasî û aborî ya girîng e.”

(cx-şx)