Bi dîmen… ANHA`yê geşedanên dawîn ên li Eyn Îsayê şopandin

Piştî du mehan ji berxwedana şervanên QSD`ê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Eyn Îsayê, ev 2 roj e “aramiyeke metirsîdar" li eniyên şer ên li derdora Eyn Îsayê heye.

Bi dîmen… ANHA`yê geşedanên dawîn ên li Eyn Îsayê şopandin
12 ÇILE, 2021   08:39
EYN ÎSA-ZANA SEYDÎ

Artêşa Tirk û çeteyên wê di 23`yê Mijdara 2020`an de êrişî navçeya Eyn Îsayê kir û hewl da ku rêya M4 kontrol bike û Eyn Îsayê dorpêç bike. Lê di encama bersiva şervanên QSD`ê de êrişa hêzên dagirker têk çû û ji ber şerê ku 9 saetan dewam kir, 18 çete hatin kuştin û çete neçar man ku ji herêmê birevin.

Dewleta Tirk a dagirker, piştî têkçûna êrişa xwe 3 hefteyan bê navber derdora Eyn Îsayê û gundên wê yên rojhilat û rojava topbaran kirin.

ENCAMA 2 MEHAN A ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ

Komeke ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk di 18`ê Kanûna 2020`an ragihandibû ku ew ê êriş bikin û gundên Mişêrfê û Cihêl ku 3 km dikevin rojhilatê bajarok, dagir bikin.

Komên çeteyan gelek caran hewldana dagirkirina eniyan kir, lê dîsa jî hewldanên wan li hemberî berxwedana şervanên QSD`ê têk çû.

Hêzên QSD`ê li ser zimanê endamê Fermandariya Giştî Çiya Firat ragihandibû ku di encama şerê 7 hefteyan li derdora Eyn Îsayê de, 65 çete hatin kuştin û 7 şervanan jî di encama êrişên artêşa Tirk de gihaştin asta şehadetê.

Li gorî agahiyên dawîn ên Rêveberiya Xweser di encama tobparana artêşa Tirk ji taxên Eyn Îsayê û gundên li ser rêya M4`ê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 16 kesên din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya naveteweyî ya M4 anku li hemberî gundê Mielek yê bakurê rojavayê bajarokê Eyn Îsayê baregeheke leşkerî ava kir, lê beriya vê baregehê jî hêzên dagirker li bakurê Eyn Îsayê bi 2 km avakirina baregehe Seyda ya leşkerî bi dawî kiribû.

BÊDENGIYA RÛSYAYÊ YA JI SÛCÊN ARTÊŞA TIRK RE

Tevî ku Rûsya di hevpeymana agirbestê de aliyekî garantor e û li herêmê li kêleka hêzên hikumeta Şamê heye, lê dîsa jî çavên xwe li ser êrişên artêşa Tirk girtine û rola xwe ya garantoriyê ji bîr kiriye. Hêjayî birbîrxistinê ye ku li gorî peymana Soçiyê ya  ku di 22`yê Cotmeha derbasbûyî di navbera Enqere û Moskovê de hate mohrkirin, Rûsyayê aliyekî garantor e û divê çavdêriya agirbestê bike.

Gelek caran Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta Rûsya û DYA`yê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk erkên xwe bi cih bînin, lê heta niha her du alî pabendî peymanê nebûne û Eyn Îsa û gundewarên wê tên topbarankirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ho7ZPvF3TWk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>