DYA'yê Kuba xist lîsteya dewletên piştgiriya terorê dikin

Rêveberiya Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump Kuba wekî dewleteke ku piştgiriya terorê dike bi nav kir.

DYA'yê Kuba xist lîsteya dewletên piştgiriya terorê dikin
11 ÇILE, 2021   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Mike Pompeo îro bi daxuyaniyekê ragihand ku "Wezareta Karên Derve, Kubayê xiste lîsteya dewletên piştgiriya terorê dikin, ji ber ku her tim piştgiriya operasyonên navneteweyî dike û mafê îtîcayê dide terorîstan. "

Pempeo diyar kir ku divê rejîma Kubayê dest ji piştgiriya terorê û lawazkirina adaleta Amerîkayê berde.

(eh)