'Çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk dê bidomin'

Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd got ku ew bi çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriyê vê nameyê didin "Her çiqasî ku zext hebin em ê berxwedana xwe bidomînin da ku projeya xwe ya demokratîk temam bikin."

'Çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk dê bidomin'
12 ÇILE, 2021   04:47
MINBIC

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd beşdarî çalakiya konvedanê ya piştgiriya QSD'ê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, ku ji aliyê meclisa ciwanan a partiyê hatiye vedan, bû.

Ezab Ebûd wiha got: "Em di bin konê şeref û rûmetê, konê protestoyê de sekinîne ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarên wê ve hatiye birêxistinkirin, da ku êrişên dewleta Tirk û sûcên wê yên li Sûriyê pêk tîne şermezar bikin."

Ezab Ebûd diyar kir ku dewleta Tirk ji dema ku Efrîn, Bab û Cerablus dagir kirine ve, hemû pîvanên navneteweyî bin pê kirin, sûcên hovane li dijî niştecihên resen pêk tîne û demografiya herêmê diguhere, her wiha li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî heman sûcan pêk tîne, şêniyên bêguneh ji xaka wan dide koçberkirin, niha jî hewl dide Eyn Îsayê dagir bike.

Ezab îşaret bi êrişên li dijî gundewarên  Minbicê kir û wiha berdewam kir: "Armanca dewleta Tirk ew e ku ewlehî û aramiyê li herêmên me xirab bike."

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê da zanîn ku ew wek Partiya Sûriya Pêşerojê xwe dispêrin têkoşîn û berxwedana aştiyane ku rêbazeke guhartinê ya ber bi demokrasiyê ve ye û wiha pê de çû: "Em van rêbazan bi meş, çalakiyên xwe yê protestoyî bi kar tînin."

Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd got ku ew bi çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriyê vê nameyê didin "Her çiqasî ku zext hebin em ê berxwedana xwe bidomînin da ku projeya xwe ya demokratîk temam bikin ku dê pira ewlehiyê ji tevahî sûriyan re be, her wiha alava sereke ya têkoşîn û rabûna li hemberî gefên li ser serdestiya Sûriyê û jiyana sivîlan e."

Tevahî aliyên siyasî û civakî, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî çakakiya kon bûn, dagirkeriya Tirk a li Sûriyê red kirin û berxwedana QSD'ê silav kirin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/97KSFGW1HtM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>