Eşîra El-Meşhûr: Em bi QSD û Rêveberiya Xweser re ne

Eşîra El-Meşhûr li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, piştgiriya xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser re nîşan da û destnîşan kir ku eşîrên Ereb tu alternatîfên cûdayî Rêveberiya Xweser qebûl nakin û QSD'ê nûnertiya wan a rewa di qadên navneteweyî de ye.

Eşîra El-Meşhûr: Em bi QSD û Rêveberiya Xweser re ne
12 ÇILE, 2021   02:41
DÊRAZOR-ELÎ SALIH

Şêx Casim Abdullhemed El-Casim ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku hejmara kesên ji eşîra El-Meşhûr derdora 150 hezar e û li herêma ji Dêrazorê heta Girê Spî û Silûk bi cih dibin û got: "Em hemû bi Rêveberiya Xweser re ne û li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet ên li ser Eyn Îsayê, di eniyekê de bi QSD'ê re ne."

'BI HEBÛNA QSD'Ê HERÊMÊN ME PÊŞ KETIN'

Şêx eşîra El-Meşhûr da zanîn ku herêmên bakurê Sûriyê hatin wêrankirin û niştecihên wê hatin koçberkirin, lê bi hebûna Hêzên Sûriya Demokratîk jiyan geş bû û tevahî hêmanên jiyanê ji çandinî û tenduristî peyda bûn.

Şêx El-Casim teqez kir ku eşîrên Ereb dê tu alternatîfk cudayî Rêveberiya Xweser qebûl neke û got ku Hêzên Sûriya Demokratîk nûnertiya wan a rewa di qadên navneteweyî de ye.

Her wiha Şêx El-Casim banga çareserkirina aloziya Sûriyê, derxistina gelê Sûriyê ji azarê şerê ku ev 11 sal in dewam dike kir. Her wiha banga naskirina Rêveberiya Xweser li hikumeta Şamê û dewletên din ên herêmî û cîhanê kir.

Şêx El-Casim di berdewama axaftina xwe de  rola Rûsya ya li herêmê şermezar kir û wiha pêde çû: "Mixabin, Rûsya li gorî peymanên ku bi dewleta Tirk re îmze kirine tevnagere. Dewleta Tir ku di nava 400 salan de dewletên ereban hikum kiribûn û ji bilî paşketin û şerê li dijî gelan û têkbirina rêgezên mirovahiyê tiştekî din pêşkêş nekir."

Şêx eşîra El-Meşhûr bêdengiya Rûsya û cîhanî li hemberî guhertina demografya herêma ku dewleta Tirk li herêmê bi rêya koçberkirina şêniyên resen dike, her wiha talankirina kevneşopî û birîna daran şermezar kir.

Şêx Casim Abdullhemed El-Casim  axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em bi şêniyên eşîra xwe re destkeftiyên ku şehîdan ji bo tevahî pêkhateyên gelên herêmê dane bernadin. Dewleta Tirk bi salan çeteyên DAIŞ'ê û terorîstên El-Nusrayê hembêz kirin û li dirêjahiya xeta sînorê Sûriyê-Tirkiyê ew bi çek kirin. Siyaseta Tirkiyê ne şerê li dijî terorê ye, lê belê şerê Rêveberiya Xweser, neteweya demokratîk û projeya biratiya gelan e ku modêla yekemîn e ya ku hemû gelan dihewîne."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vpLLWCAOn3w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>