SOHR: Li Bûkemalê 8 teqîn rû dan

SOHR ragihand ku li bajarê Bûkemal ê Dêrazorê gelek teqîn çêbûn, di heman demê de balafirên bê mirov li ser herêmê geriyan.

SOHR: Li Bûkemalê 8 teqîn rû dan
11 ÇILE, 2021   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Bûkemal 8 teqîn rû dan, hemwextî wê balafirên bê mirov ên nenas li ser herêmê geriyan. Têkildarî ziyanên mirovî agahî nehatin zanîn.

Gelek caran balafirên Koalîsyona Navneteweyî li hêzên Îranê yên li Bûkemalê didin.