Parlamentoya Amerîkayê pêşnumeya ezilkirina Trump pêşkêş kir

Endamên parlamentoya DYA'yê yên demokrastparêz pêşnûmeya ezilkirina Donald Trump pêşkêş kir.

Parlamentoya Amerîkayê pêşnumeya ezilkirina Trump pêşkêş kir
11 ÇILE, 2021   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşnumeya ezilkirina Trump di hola parlamentoyê de nehat ragihandin, ji ber ku ji bo dengdayîna endaman nehat pêşkêşkirin, lê belê tedbîr hatin pêşniyarkirin, da ku di demeke din a ji vê hefteyê de were pêkanîn.

Demokratparêzan hewl da pêşnûmeyeke derbas bikin ku ji Mike Pence û Cabinet dixwaze ku madeya 25’an a ji destûra Amerîkayê were guhartin, lê belê komarparêzan qedexe kir.

Li aliyek din jî serokê piraniya Partiya Komarparêz Steny Heuer hewl da ku pêşnumeyê bi rêya erêkirina mutleq derbas bike, lê nûnerê Rojavayê Ferrigina, Alex Moni itîraz kir.

Seroka parlamentoyê Nancy Pelosi 24 saet dem dabû  Mike Pence ku Trump ezil bike yan parlamento vê yekê pêk bîne.

(fr)