DAIŞ`iyan mizgeft hilweşand, Saziya Kar û Barên Olî ji nû ve ava dike

Saziya Kar û Barên Olî ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi restorekirina mizgefta mezin kir. Rêveberên saziyê diyar kir ku mizgefta Mezin restore dikin û ji bo restorekirina mizgefta Etîq jî pêwîstî bi destûra UNESCO’yê heye.

DAIŞ`iyan mizgeft hilweşand, Saziya Kar û Barên Olî ji nû ve ava dike
11 ÇILE, 2021   07:36
REQA-EHMED EL-ELÎ

Çeteyên DAIŞ`ê yên ku îdiaya îslamê dikin, li Reqayê gelek mizgeft wêran kirin û veguherandin depoya çek û nexweşxaneyên meydanî.  

Piştî ku Reqayê di Cotmeha 2017`an de ji aliyê QSD'ê ve hate rizgarkirin û Meclisa Sivîl a Reqayê hate avakirin, Saziya Kar û Barên Olî ya girêdayî meclisê girîngî da jinûveavakirin û serestkirina mizgeft, dêr û navendên fitweyan.  Saziyê Mizgeftên Nûr, Şehîdan, Îman ên ku bi temanî hatibûn hilweşandin ji nû ve ava kirin û niha jî mizgeftên; Abdurehman Bin Ewf, Mistefa û Sefa tên restorekirin.

MIZGEFTA MEZIN ŞAHIDA ŞER E

Saziya Kar û Barên Olî dest bi restorekirina mizgefta Mezin a dîrokî  kir ku ji mezintirîn mizgeftên li Reqayê ye û bûye şahida şerên ku li bajar qewimîne.

Serokê Saziya Kar û Barên Olî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê Elî Nayif Şueyb got mizgeft bi temamî hatibû rûxandin û minareyeke wê tenê mabû.

ꞌKAR Û XEBAT BÊ NAVBER BERDEWAM Eꞌ

Şueyb girîngiya mizgefê ji bo şêniyên Reqayê destnîşan kir û wiha got: "Mizgefta Mezin ji bo şêniyên Reqayê  xwedî cihekî girîng e. Her wiha yek ji abîdeyên dîrokî yên li bajar e, minareya wî li hemberî hovîtiya komên terorîst li ber xwe da."

Şueyb da zanîn ku xebatên restorekirina mizgefa Mezin bê navber didomin û ev tişt diyar kir kir: "Meclisa Sivîl a Reqayê biryara restorekirina mizgeftê da û bi destka Komîteya Darayî xebatên jinûve avakirinê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de bermahî û kavil hatin rakirin û zemîna mizgeftê bi kûrahiya zêdetirî 3 metreyan hate kolandin."

81 MIZGEFT HENE

Têkildarî sererastkirina mizgeftên li bajêr, Elî Nayif Şueyb diyar ku li Reqayê niha 81 mizgeft hene ku ji aliyê Desteya Kar û Barên Olî ve tên restorekirin û wiha pê de çû: "Ziyan negihiştin 12 mizgeftan,28 mizgefên din ji ber şer bi temamî hatibûn hilweşandin û me restore kirin, her wiha 15 mizgeft tên sererastkirin ji wan; mizgefta Gêlanî, Îmam Şafiî û Ebû Ubeyda Bin Cerah."

ꞌDIVÊ UNESCO DESTÛRÊ BIDE KU MIZGEFTA ETÎQ WERE SERERASTKIRINꞌ

 

 

Der heqê mizgefta  "Etîq" de ku ji mezintirîn mizgeftên li Reqayê ye û rûbera wê derdora 3 hezar û 500 metreçargoşe ye, Serokê Saziya Kar û Barên Olî Elî Nayif Şueyb got: "Şêniyên Reqayê pirsa sererastkirina mizgefta Etîq a kevnare dikin. Lê bi rastî pêwîstiya jinûve avakirina vê mizgefta bi lêçûneke mezin heye, ya din jî mizgeft li UNESCO hatiye tomarkirin û tê nasîn. Wekî tê zanîn ku restorekirina her cihekî şaristanî pêwîstî bi destûra UNESCO'yê û kesên pirspor heye. Ji berê vê yekê wekî Saziya Kar û Barên Olî û Meclisa Sivî bêyî agahiyên UCESCO em nikarin kevirekî veguhêzin."

Dîroka mizgefta Etîq vedigere sala 771’an anku dema avakirina bajarê Reqa di serdema Xelîfa Ebasî, Ebû Cafer El-Mensûr. Mizgeft ji heriyê hatiye çêkirin, lê di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an li Reqayê de, mizgeft hate hilweşandin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mxQFjBLzsLA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>