Çalakiya li Minbicê ya li dijî êrişên Tirkiyê di roja 2'yemîn de berdewam dike

Çalakiya konê protostokirinê ya ku Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê orgenîze kiriye di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Çalakiya li Minbicê ya li dijî êrişên Tirkiyê di roja 2'yemîn de berdewam dike
10 ÇILE, 2021   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya konê protostokirinê ya bi dirûşmeya "Welat welatê me ye û parastin soza me ye.. na ji dagirkeriya Tirkiyê re.. bi hev re em parastina welat bikin" di roja duyemîn de bi beşdariya bi dehan endamên Komîteya Perwerdê, Komîteya Şaredariyan, Komîteya Çand û Hunerê û saziyên jinan berdewam dike.

Çalakiyê bi rêzgiritinê dest pê kir, piştre li ser navê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Rewda Mihemed axivî û got ku ew di hemû qadan de siyasî û daîreyên xwe  yên sivîl xwe bi rê ve dibin û rê nadin tu kesî ku destwerdana kar û barên wan bikin.

Cîgirê Hevserokatiya Komîteya Şaredariyan a li Minbicê Sacîde Ebdulkafî jî axivî û got ku dewleta Tirk dest bi dagirkirina herêmên dike û dixwaze xewna Osmaniyên kevn bi buhaneyên bê bingeh zindî bike.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Mêrvet El-Hemed jî axivî û got ku dewleta Tirk dê her êrişî xaka Sûriyê bike û hewldana pêkanîna xewna xwe bike, da ku civaka Sûriyê ji hev bixe û hevgirtina civakê xerab bike û vîna jina azad bişkîne.

Çalakiya dê 4 rojan berdewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BUHJGyG4tnw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>