Jinên ciwan ên herêma Cizîrê beşdarî berxwedana Eyn Îsayê dibin

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê berxwedana QSD'ê ya li Eyn Îsayê silav kir û ragihandin ku dê beşdarî berxwedana parastina xakê û destkeftiyên şehîdan bibin.

Jinên ciwan ên herêma Cizîrê beşdarî berxwedana Eyn Îsayê dibin
10 ÇILE, 2021   14:40
EYN ÎSA

Şandeyek ji Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê serdana navenda Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ya li navçeya Eyn Îsayê kir û piştgiriya xwe ji berxwedana QSD'ê re nîşan da.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê Amîne Mizel bi navê şandeyê daxuyanî xwend û berxwedana QSD'ê ya li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li eniyên şer ên navçeya Eyn Îsayê silav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin dê jinên ciwan tev li berxwedana parastina herêm û destkeftiyên şehîdan bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew ê bi vê berxwedanê ji cîhanê re îsbat bikin ku jin dikare li eniyên şer parastina xaka xwe bikin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê, Besma Mihemed ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku armanca  serdana wan a ji bo Eyn Îsayê piştgiriya QSD'ê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan bikin.

Besma wiha domand: "Me biryar da ku em li rex hêzên leşkerî yên li eniyên berxwedanê li hemberî dagirkeran şer bikin, da ku ji tevahî cîhanê re îsbat bikin ku jin dikare xaka xwe biparêze."

/ar/uploads/files/2021/01/10/125231_bsmh-mhmd.webp

Tê payîn ku tevlîbûna jinên ciwan li eniyên Eyn Îsayê li rex hêzên leşkerî, dê 7 rojan bidome.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j9gN_l2cVwU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>