Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên 2 şehîdan

Bi sedan şêniyên Helebê sersaxî da malbatên şehîd Elî El-Hewa û şehîd Beşar Qasim ku sala 2016`an di bersivdayîna êrişên çeteyan ên li ser kantona Efrînê de şehîd bûbûn.

Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
10 ÇILE, 2021   13:37
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê konê sersaxiyê li qada şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd veda.

/kr/uploads/files/2021/01/10/133842_-.webp

Di merasimê de, endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê şaxê Helebê Mistefa Hemo, endama Meclisa Sûriya Demokratîk Rewşen Mihemed, endama rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê Merwa Qoniyalî, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Nîdal Hecî Hisên û hin kesên din bi navê mecliên taxên Helebê axivîn.

Axaftvanan bal kişand ser girîngiya berdewamkirina rêya şehîdan ku ji bo avakirina welatekî azad û demokratîk xêz kiriye. Axaftvanan destnîşan kir ku gel bi fedakariyan tekez kir ku ew li ber siyasetên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê serî natewînin û dê xaka xwe ji dagirkeran û alîgirên wan rizgar bikin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bêrîtan Cedan wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatan kirin.

Nasnameyên her du şehîdan wiha ne:

 

Navê Tevgerî: Qasqûs
Navê Rastî: Beşar Qasim
Navê Bav: Mihemed
Navê Dayikê: Meryem
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Til Hasil, 19 Çile 1995
Cih û Dîroka Şehadete: Kantona Efrînê, 2016

 

***

 

Navê Tevgerî: Qezafî
Navê Rastî: Elî El-Hewa
Navê Bav: Subhî
Navê Dayikê: Eyşe
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Til Eran, 8 Cotmeh 1988
Cih û Dîroka Şehadete: Kantona Efrînê, 2016

 

(cx)

ANHA