Dan û standinên girêdayî bendava Nehdayê dewam dikin

Îro dan û standinên Misir, Sûdan û Etiyopyayê yên der barê bendava Nehdayê de, careke din dest pê dikin.

Dan û standinên girêdayî bendava Nehdayê dewam dikin
10 ÇILE, 2021   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna 6`emîn a wezîrên karên derve û wezîrên avdanê yên her sê welatan, ji bo şopandina encamên civîna dawîn ku bi pêşengiya Afrîkaya Başûr û beşdarbûna çavdêr û pirsporên têkildar hatibû lidarxistin, pêk tê.

Sûdanê di civîna li gel pirsporên Yekitiya Afrîkayê de, peymanên beşî yên têkildarî bendava Nehdayê red kirin û xwest ku bi lihevkirineke giştî hemû dozên girêdayî bendavê bên çareserkirin.

Her wiha şandeya Sûdanê bang li Yekitiya Afrîkayê kir ku di dan û standinan de roleke pêşeng û aktîftir bilîze.

(cx)