​​​​​​​Kampa Mexmûr û israra PDK`ê di hevkariya bi Tirkiyê re

PDK bûye amûreke dewleta Tirk a parçekirina civaka Kurd. Penaberên wargeha Mexmûrê a ku sal û nîveke ji aliyê PDK`ê ve hatiye dorpêçkirin, dûr nabînin ku PDK êrişên nû li dijî wargehê pêk bîne. Mexmûriyan bang li gel, hêzên siyasî, akademisyen û rewşenbîrên Kurd kir ku li hemberî PDK`ê helwest nîşan bidin.

​​​​​​​Kampa Mexmûr û israra PDK`ê di hevkariya bi Tirkiyê re
10 ÇILE, 2021   03:27
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Rewşa kampa penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) ku nêzî 12 hezar kes tê de dimîne, ji rewşa doza kurd ne cuda ye. Tevî ku waregeh di bin siya Komîseriya Bilind a NY`yî ya kar û barên penaberan de ye jî, lê belê ji sala 1994`an û heta niha rastî êrişên domdar tê.

Destpêka salên 1990`î, piştî êrişên hov ên dewleta Tirk li dijî gund û bajarên Bakurê Kurdistanê yên ji bo şikandina vîna wan, bi hezaran şêniyên Bakurê Kurdistanê ji warê xwe koçber bûn. Her wiha bi sedan Kurd hatin kuştin, bi hezaran gund hatin şewitandin, bi hezaran Kurd bi awayekî sîstematîk ber bi meterpolên Tirkiyê ve hatin koçberkirin û yên din jî bi darê zorê ji bo Başûrê Kurdistanê hatin koçberkirin.

Penaberên ku li Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn, sala 1994`an ji ber siyaset û êrişên partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) neçar man ku cihên xwe ji kampa Bihêr, Bêsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînewa û Nehdara biguherin. Herî dawî li herêma Mexmûrê bi cih bûn.

Kampa Mexmûrê di nava sînorên navçeya Mexmûrê ya girêdayî parêzgeha Nînewayê de ye û di aliyê îdarî de girêdayî parêzgeha Nînewa ya Mûsilê ye. Di 18`ê Çileya 2017`an de, êdî wesayeta hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser kampê nema.

Endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Rêveberiya Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Mexmûr diyar kir ku ji dema ku şêniyên wargeha Mexmûrê bi darê zorê ji Bakurê Kurdistanê hatine koçberkirin û heta niha, rastî êrişên dewleta Tirk û tacîzên PDK`ê ku hevalbendên hev in tên. Bêwar da zanîn ku armanca sereke ew e ku têkoşîna vî gelê ku serî netewandiye tune bikin.

Bêwar Mexmûr wiha got: “Ji ber êrişên PDK`ê, bi sedan şêniyên kampê hatin kuştin. Dem ku şênî ji bo pêkanîna pêdiviyên zivistanê diçûn daran dihatin kuştin, her wiha ciwan, mêr û jin li derdorê kampê jî dihatin hedefgirtin.”

Bêwar Mexmûr di axaftina xwe de îşaret bi têkoşîna niştecihên wargeha Mexmûrê kir û wiha got: “Ji dema ku penaber li kampê bi cih bûn heya niha PDK’ê rêbazên pir qirêj bi kar tîne. Şêniyên kampê PDK baş nas dikin, ji lew ra wan qebûl nekir ku serî bitewînin. Tevî hemû siyasetên qirêj wekî kuştin, dorpêçkirin û koçberkirinê ku der heqê wan de pêk hatin jî, ew têkoşîna xwe ya şoreşgerî dewam dikin.”

WAREGEH HÎNA DORPÊÇKIRÎ YE

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji 18`ê Tîrmeha 2019`an û heta niha wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dorpêç kiriye û nahêle ku derman û madeyên din bikevin wargehê û rê nade nexweşan ku ji bo dermankirinê ji wir derkevin. PDK’ê ji bo tengavkirina şêniyên kampê hemû rêbaz bi kar anîn û ji ber dorpêçê gelek şêniyan jiyana xwe ji dest da û gelek jinên ku ducanî bûn ji ber bêderfetiyê zarok di zikên wan de mirin . Bêwar Mexmûr wiha domand: “Ji ber ku xwendekarên zanîngehê nikarîn biçûna zanîngehên xwe, bi sedan ji wan hatin derxistin û bi hezaran karkeran peywirên xwe winda kirin.”

Bêwar Mexmûr daxuyand ku ji ber tunebûna dermanan û ji ber ku rêxistina NY`yî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê tu alîkarî û piştgirî nedan şêniyên kampê, şêniyan di dema şewba Koronayê de gelek azar kişandin. Rêveberiya kampê li ser wê yekê gelek bangawazî kirin û tenê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê besiva wan da û alavên tendurstiyê şandin kampê.

Bêwar Mexmûr her wiha piştrast kir ku tenê armanceke dorpêçkirina waregeha Mexmûrê heye ew jî dûrxistina şêniyên Mexmûrê ji têkoşîna wan a şoreşgerî û şikandina vîna wan e û wiha lê zêde kir: “Her kes dizane ku gelê Mexmûrê gelekî têkoşer û şoreşger e. PDK jî li kêleka dewleta Tirk ku hebûna gelê Kurd dike hedef, sekiniye û bi ferman û perspektîfên wê tevdigere.”

EM PDK`Ê BAŞ NAS DIKIN..

Bêwar Mexmûr diyar kir ku siyaseta li dijî şêniyên kampa Mexmûrê tê meşdandin, parçeyek ji lihevkirina dewleta Tirk-PDK`ê a li dijî çar parçeyên Kurdistanê ye û wiha axaftina xwe domand: “Êrişên dewleta Tirk li dijî Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê û dorpêçkirina kampa Mexmûrê, li gorî peymaneke di navbera PDK û dewleta Tirk de tên kirin. PDK tev li hevbendiya AKP-MHP`ê bûye.”

Dijminahiya PDK`ê ji gelê Kurd re ne nû ye, lê belê ji dema ku hêzên herêmî û navneteweyî û nexasim dewleta Tirk ji Yekitiya Nîştimaniya Kurdsitanê (YNK) û PDK`ê xwestin ku li hemberî federasyona Başûrê Kurdistanê şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bikin ve, wê dijminahiyê dest pê kiriye, ku li ser wê yekê di 4`ê Cotmeha 1992`an de parlamantoya Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê hate avakirin û di rûniştina destpêkê de du biryar hatin dayîn; ya yekemîn girêdayî danîna têkiliyan bi hikumeta navendî ya Bexdayê re bû, ya din jî şerê li dijî PKK`ê bû.

HEMLEYÊN BINÇAVKIRINÊ HÎNA DEWAM DIKIN

Bêwar Mexmûr dûr nabîne ku şêniyên kampê careke din û bi rêbazên cuda rastî êrişan bên û got: “Ji dema ku kamp hatiye dorpêçkirin ve, hemleyên binçavkirinê li dijî şêniyên kampê dewam dikin. Kesên hatine girtin jî rastî hemû cureyên êşkence û şantajê tên. Herî dawî 22 karmend û xwendekar hatin girtin, hinek ji wan hatin berdan, lê hîna gelek şêniyên kampê di girtîgehên PDK`ê de tên ragirtin û ti agahiyên me ji wan tune ye.”

Bêwar Mexmûr destnîşan kir ku xwendekarên zanîngehê nikarin bi awayekî fermî biçin zanîngehên xwe û wiha domand: “Îsal, 64 xwendekarên ji kampê di zanîngehên Başûrê Kurdistanê de hatin qebûlkirin. Lê belê, PDK nahêle ku xwendekar biçin zanîngehê, her wiha daxwazên wan ên perwerdeya Online jî nehatin şandin.”

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Heke em li dîroka koçberiya şêniyên kampa Mexmûrê binêrin, wê rûyê rastîn ê rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi zelalî diyar bibe. Ji destpêka koçberiya şêniyên kampê ve, NY`yî xizmeta siyasetên dewleta Tirk û PDK`ê dike. Bi dehan caran dewleta Tirk êrişî kampê kir û NY`yî dengê xwe dernexist. Heta negot ku ew sivîl in û mafê wan ê jiyaneke bi rûmet heye. Di dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser kampê de jî, tu daxuyanî neda...!

Bêwar Mexmûr got: “Di rastiyê de, em tenê dikarin rêxistina NY`yî wekî rêxistineke ku xizmeta ajandeyên derve dike, bi nav bikin. Bi taybetî xizmeta ajandeyên dewleta Tirk a dagirker dike û bi bêdengiya xwe êrişên wê li ser kampê rewa dike. Di dema şewba Korona de, rêxistinên cîhanî û NY`yî alîkarî û piştgirî dan hemû kampên li cîhanê. Lê belê qet serdana kampa Mexmûrê nekirin. Nexwe, ka mirovahiya ku ev rêxistin îdia dike? Gelo şêniyên kampê ne mirov in? ”

PDK`Ê BI XETA ÎXANETÊ GIRTIYE..

Bêwar Mexmûr piştrast kir ku wekî şêniyên Mexmûrê ew xwedî armanc û rêgez in, ji lew ra ew bi darê zorê hatin koçberkirin û wiha berdewam kir: “Em dixwazin bi serbestî û azad bijîn. Em nasname, çand û zimanê gelê xwe temsîl dikin. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê vê yekê bi zelalî dibîne. Divê gelê me, hêzên siyasî û akademisyen û rewşenbîr li hemberî kiryar û êrişên PDK`ê ku bi xeta îxanetê girtiye, bisekinin.”

Bêwar Mexmûr bang li NY`yî, saziyên cîhanî, rêxistinên mirovî û hiqûqî ku banga mirovahiyê dikin, kir ku dest ji siyasetên xwe yên ku xizmeta ajandeyên dewletên dagirker û mêtînger dikin, berdin.

(cx)

ANHA