Kongreya Star li Şamê şehîd Sakîne û hevalên wê bi bîr anîn

Kongreya Star li taxa Zorava ya paytexta Sûriyê ya Şamê, her sê şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.

Kongreya Star li Şamê şehîd Sakîne û hevalên wê bi bîr anîn
10 ÇILE, 2021   07:52
ŞAM

Bi boneya salvegera 8`emîn a şehadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn qetilkirin, Kongreya Star li taxa Zorava ya Şamê civînek li dar xist û bi dehan şêniyên taxê beşdar bûn.

Di civînê de behsa têkoşîna her sê jinên şoreşger û hevkariya hêzên navneteweyî di qetilkirina wan a li Parîsê de, hate kirin. Kongreya Star diyar kir ku ji bo hesabxwestina ji berpirsên kompkujiya Parîsê, wê têkoşînê bilind bikin.

Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Sakîne û hevrêyên wê hate pêşandan.

(cx)

ANHA