Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî 3 jin revandin

Çavkaniyekî ji herêmên dagirkirî, diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî 3 jinên ciwan revandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî 3 jin revandin
7 ÇILE, 2021   19:46
EYN ÎSA

Çavkaniyekî diyar kir ku çeteyên Ehrar El-Şerqiya yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin li gundê Tirkman ê Girê Spî 3 jinên ciwan revandin.

Li gorî heman çavkaniyê, navên jinên hatine revandin wiha ne; Şehama Feysel El-Abdullah, Teyma Îbrahîm El-Eswed û Xewla Yasîm El-Mela.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên ku dagirkirine sûcên revandin û girtina sivîlan didomînin, armanca wan şêniyan neçarî koçberiyê û dayîna fideyê bikin.

ANHA