'Şehîd Sakîne ji bo azadiya gelên bindest û tevahî jinên cîhanê têkoşiye'

Jinên kantona Hesekê yên ku bi têkoşer Sakîne Cansiz re civîne gotin ku têkoşer Sakîne ji bo gelên bindest û rizgarkirina tevahî jinên li cîhanê têkoşiye.

'Şehîd Sakîne ji bo azadiya gelên bindest û tevahî jinên cîhanê têkoşiye'
'Şehîd Sakîne ji bo azadiya gelên bindest û tevahî jinên cîhanê têkoşiye'
'Şehîd Sakîne ji bo azadiya gelên bindest û tevahî jinên cîhanê têkoşiye'
'Şehîd Sakîne ji bo azadiya gelên bindest û tevahî jinên cîhanê têkoşiye'
'Şehîd Sakîne ji bo azadiya gelên bindest û tevahî jinên cîhanê têkoşiye'
'Şehîd Sakîne ji bo azadiya gelên bindest û tevahî jinên cîhanê têkoşiye'
7 ÇILE, 2021   18:41
HESEKÊ

Kongreya Star a kantona Hesekê civînek ji hin jinên ku bi têkoşer Sakîne Cansiz re rûniştine li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya li taxa Mieftî li dar xist. Jinan komkujiya ku MÎT’a Tirk li paytexta Fransayê Parîsê li dijî Sakîne Cansiz û hevrêyên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylamaz de pêk aniye, şermezar kir.

/ar/uploads/files/2021/01/07/172437_ysra-alyas.webp

Di civînê de bi dehan jin, di endamên Kongreya Star de ya li Hesekê beşdar bûn. Piştre endama Kongreya Star Yisra Ilyas li ser jiyan û kesayeta têkoşer Sakîne Cansiz axivî û wiha got: "Ne tenê têkoşîn û berxwedana şehîd Sakîne Cansiz ji bo gelê Kurd bû, li belê ji bo tevahî gelên bindest û ji bo rizgarkirina tevahî jinên li cîhanê bû."

Yisra Ilyas destnîşan kir ku ew di salên 90’î de bi  têkoşer Sakîne Cansiz re civiye, wê demê têkoşer Sakîne serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û got:"Sakîne digot dê dema jinan di xebat, qadên têkoşînê û beşdariya tevahî aliyên jiyanê bibin de bibîne, pir kêfxweş bibe."

/ar/uploads/files/2021/01/07/172459_fatmh-awsman.webp

Li aliyekî din jî xwişka şehîd Ristem Cûdî, Fatime Osman jî di kesayeta Sakîne Cansiz û hevrêyên wê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Fatima Osman got komkujiya Parîsê ya li dijî hersê jinên têkoşer berdewama komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bû, armanc jê jî derbekirina têkoşîn, berxwedana gelê Kurd û têkbirina şoreşa jinan bû.

Civîn bi hin stranên şoreşgerî ji hêla Samiya Mihemed ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA