​​​​​​​Bêrîtan Sarya: Leyla Guven li dijî siyaseta qirkirina jinan helwestek e

Rojnamevan Bêrîtan Sarya destnîşan kir ku 22 sal û 3 meh cezayê ku li hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatiye birîn, berdewama konsepta dewleta Tirk a li hember jinan e û destnîşan kir ku Leyla Guven niha pêşenga gel e.

​​​​​​​Bêrîtan Sarya: Leyla Guven li dijî siyaseta qirkirina jinan helwestek e
8 ÇILE, 2021   04:31
QAMIŞLO-ZÎLAN DÊRSIM

Dewleta Tirk, hemû jinên ku li dijî pergala otorîter a dewleta Tirk pêşengiya civakeke azad dikin, di serî de jinên Kurd ên li Bakur û Rojava, dike hedef. Rojnameger Bêrîtan Sarya got hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku di her şert û mercî de li dijî van êrişan gavek bi paş de neavêt, ji hêla wê zîhniyetê ve bi zanebûn hate hedefgirtin.

Rojnameger Bêrîtan Sarya der barê girtina Leyla Guven de nirxandin kirin.

Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di salên dawîn de bû hedefa dewleta Tirk. Çima bi taybetî Leyla Guven?

Leyla Guven siyasetmedarekw jin a Kurd a bi ezmûn e. Ew ji 1994'an ve bi rengekî çalak beşdarî siyasetê dibe. Wê wek şaredar kar kir. Di dawiyê de, ew wekîla Colemêrgê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye. Gelek sedem hene ku Leyla Guven dîsa tê girtin. Sedema herî girîng ev e ku Leyla Guven jineke rêber e.

Em dizanin ku li Tirkiyê faşîzmek heye. Ger em li dîroka dewleta Tirk binêrin, ji dema ku netewedewleta Tirk ava bûye, ew tu carî nebûye dewleteke demokratîk. Yên ku li derveyî komên Tirk û sunnî man, her tim rastî zextan hatin. Bi qetlîaman re rû bi rû bûn. Ji sala 2015’an ve, şert û mercên faşîzmê, nemaze bi hikumeta AKP-MHP'ê re gihîşt asta herî jor. Bi rastî, van salên dawîn faşîzma dewleta Tirk serdest e. Leyla Guven jineke siyasetmedar, jineker rêber û rêbera gel e ku li dijî dewleta faşîst siyaseta demokratîk dimeşîne. Ji ber vê sedemê, ji 2015’an ve di pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de tecrîd herî zêde tê kirin.

Leyla Guven bi helwesteke xurt, li dijî vê pergala faşîst têkoşîn meşand û serî li ber polîtîkayên wan ên zordar netewand. Ji ber vê yekê, kirin hedef. Ew ji ber nirxandinên xwe yên der barê operasyona dagirkirina Efrînê de hate girtin. Di 7'ê Mijdara 2018'an de, ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Bi pêşengiya Leyla Guven, li girtîgehan, Ewropa, Mexmûr û tevahiya Kurdistanê grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dest pê kir. Leyla Guven pêşenga vê bû. Wê bi rastî di xwendina pêvajoyê û pêşxistina helwesteke rast de roleke sereke lîst. Dema ku dest bi greva birçîbûnê kir, berê wê ev gotibû: “Ez beşdarî siyasetê bûm bi bandora perspektîfa rêber Abdullah Ocalan a beşdariya jinan a di siyasetê de. Îro, li dijî rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye, tecrîd jî wekî faşîzm û zextê li gelan vedigere. Wekî beşeke ji vî gelî, ez çalakiya xwe li dijî vê tecrîdê dest pê dikim û ez ê ji niha û pê de parastina xwe li dadgehan nekim.” Naveroka axaftina wê pir girîng e.

Bi girtina Leyla Guven dixwazin peyamekê bidin?

Ya rastî, di şexsê Leyla Guven de, siyaseta demokratîk û jinan dikin hedef. Dewleta Tirk di rastiya xwe de antîdemokrat e. Ji ber vê yekê, ew nikare tehemulê li siyaseta demokratîk bike. Ew bûye sazûmaneke bi tevahî faşîst. KCD û HDP jî pirsgirêka Kurd wek pirsgirêka sereke ya Tirkiyê dibînin. Li aliyê din, dewleta Tirk û pêşengên pergala kapîtalîst, rêber Abdullah Ocalan kir hedef. Ew hewl didin ku nehêlin perspektîfên rêber Ocalan civak û mirovahiyê ronî bikin. Ew hewl didin bi girankirina tecrîdê pêşî li dengê serok Ocalan bigirin ku negihêje raya giştî. Leyla Guven jî li dijî vê yekê helwestê diyar dike. Pergala hevserokatiyê ya KCD û HDP’ê heye, lê dewleta Tirk bi tu awayî pergala hevserokatiyê qebûl nake. Ji ber ku ew tehemûla hebûna jinan bi nasnameya xwe, kirina siyasetê û pêşengiya civakê bi sazkirina têkiliyeke bi civaka xwe re (ku tevahî jin û civak tê de hene) nake. Ji ber vê yekê ye ku wan Leyla Guven dîsa girt. Ew ne tenê Leyla Guven e. Ger tê bîra we, di dawiya 2020’an de daxuyaniyek hebû. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve, dema ku tecrîd hate girankirin, nêzîkî 20 hezar endamên HDP'ê hatine destgîrkirin û 10 hezar ji wan hatine girtin. Ev nîşan dide ku ew êdî tehemulî siyaseta demokratîk nakin. Gava ku dor tê ser Kurdan, ew bi tu awayî nikarin tehemulê lê bikin

Te îşaret bi nasnameya Leyla Guven kir, di têkoşîna azadiyê ya jinan de girîngiya wê çi ye?

Bê guman, pêdivî pê heye ku nasnameya jinan a Leyla Guven were vekolandin. Di qonaxa niha de, Leyla Guven bi xwe dibêje ez ketim nav siyasetê, bi bandora perspektîfa rêber Abdullah Ocalan ku divê jin bikevin siyasetê û bi bandor bibin. Niha, dema ku em li nêzîkatiya siyasetmedar, sazî û civakê dinêrin ku li gorî heman paradîgmayê ji bo azadiya Kurdan tev digerin, mîna rêber Ocalan, asta azadiya jinan û asta azadiya civakê bi hev re têne ravekirin. Tê gotin ku ya ku asta azadiya civakekê nîşan dide, asta azadiya jinan e.

Pergala hevserokatiyê ji 2007'an ve tê meşandin. Bi rastî, dewleta Tirk di 2014’an de pergala hevserokatiyê xist nav pakêta demokratîkbûnê, lê niha ew pergala hevserokatiyê bi tu awayî nas nake. Çi li KCD, HDP û saziyên din, jin bi rastî di asta pêşengiyê de ne. Ew beşdarî siyasetê dibin, tê dikoşin û çalakiyan dimeşînin. Li dijî vê, dewleta Tirk polîtîkaya "Pêşî jinan bikuje" dişopîne. Berê jî wisa bû, lê îro ev zîhniyet di asta herî jor de ye. Jinên pêşeng bi tevahî têne hedefgirtin. Leyla Guven mînakeke berbiçav a vê yekê ye. Her ku tê girtin û hewl tê dayîn ku dengê wê bibirin û berxwedana xwe bişikînin. Lê ew serî natewîne û rêberiya hemû jinan dike.

Tecawiz, komkujî û şîdeta li dijî jinan, nemaze jinên Kurd, ji hêla dewleta Tirk ve û bi teşwîqkirina hin derdoran berdewam dike. Hûn vê siyaseta li dijî jinan çawa şîrove dikin?

Bi taybetî çawişên pispor fihûşê bi jinên Kurd didin kirin. Tecawiz li wan tê kirin. Jin û ciwan bi rêbazên komkujiyê û bi tiryakê têne jinavbirin. Dewleta Tirk li şûna ku tecawizkaran ceza bike, wan nagire, wan diparêze û teşwîq dike. Ev di bûyera Îpek Er de hate dîtin. Îpek Er piştî ku çawişê pispor Musa Orhan tecawiz lê kir, întîhar kir. Lê Musa Orhan qet nehat cezakirin. Rêxistinên mafên mirovan û parêzeran têkildarî vê daxuyanî dan.

Heya niha, li Tirkiyê tu tecawizkar, nemaze leşker û efseran ceza negirtiye. Li hember jinên Kurd siyaseteke wisa heye, lê ew wekî siyaset tenê li hember jinên Kurd nayê kirin. Divê jinên Tirk jî vê yekê bibînin. Ji ber ku ev di heman demê de bandorê li jinên Tirk jî dike. Tirkiye veguheriye goristana jinan. Li Tirkiyê her roj gelek jin têne kuştin. Li dijî vê yekê tu parastina wan tune ye. Gelek jin ji hêla hevserên xwe yên berê ve têne tehdîtkirin, lê tu parastin nayê kirin, berevajî vê yekê, di dadgehan de ji bo radesxistina zilaman hincet têne çêkirin û cezayê mêran tê kêmkirin an jî têne berdan.

Zext û şîdeta dewleta Tirk a li ser jinan li Bakurê Kurdistanê ku li ser bingeha siyasetekê bi pêş ve diçe, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tê bipêşxistin. Divê ev çawa were xwendin?

Em bi rastiya dewleta Tirk re ku modela DAIŞ’ê ji xwe re dike mînak, rû bi rû ne. Ew siyaseteke zayendperest e. Keseke girîng mîna Leyla Guven, siyasetmedarek ku civakê bi helwest û vîna xwe bi rê ve dibe, wekî "terorîst" tê nîşandan û 22 sal û 3 meh ceza lê tê birîn. Wekî din, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampa Holê heye. Li vir jinên DAIŞ'î hene. Jinên ku Hola DAIŞ'î birin Tirkiyê. Di rastiyê de, hikumeta Tirk ku dixwaze li Tirkiyê modeleke jinan biafirîne, modela jinan a DAIŞ’ê ye. Dixwaze jin nefikirin, bi rêxistin nebin û pêşengiyê nekin. Ew tenê dixwaze "modela jinên DAIŞ'î" biafirîne ku ew jî koletiya dilxwaz e. Ew e ku hemû hebûna xwe dide hebûna zilaman, hebûna pergala zilaman. Ew jinek e ku zarokek wê heye û makîneyeke zewacê ye. Ew jin in ku guh didin hemû rêgezên pergala serdestiya mêran. Ew jin in ku ferdên nû yên pergala serdestiya mêran mezin dikin.

Em vê yekê jî li deverên ku dagir kirine, dibînin. Em dibînin ku DAIŞ jian dike kole, qetil dike, direvîne û destdirêjiyê lê dike. Dewleta Tirk rasterast şîrîka vê yekê ye. DAIŞ’ê li Şengalê jin revandin, destdirêjî lê kir û kuştin. Ew êriş bi desteka dewleta Tirk hatin kirin. 2 hezar jin hîn jî winda ne. Hin ji van jinan li Enqereyê xuya dikin. Diyar bû ku endamên DAIŞ’ê li Enqereyê bazirganiya jinan dikin. Heya niha li Efrînê ji 7 hezarî zêdetir kes hatine revandin. 674 kes hatine kuştin. 65 ji wan jin in. 68 jin rastî gelek êrişên cinsî hatin. Wekî din, em li Serêkaniye û Girê Spî heman wêneyê dibînin. Hovîtiyeke temam heye. Êriş hem li ser laşê jinan, hem nasnameya jinan û hem jî civakîbûna jinan berdewam dikin. Li dijî vê civakîbûna ku ji hêla jinan ve hatiye afirandin, êrişên li dijî vê erdnîgariyê berdewam dikin û li her derê sûc têne kirin.

Li hemberî vê yekê Leyla Guven xwedî helwesteke çawa ye?

Leyla Guven bi helwesta xwe ev konsept ji nav bir. Bû dengê jinên pêşeng. Wê pêvajo û ya ku dixwest bê kirin, baş dît. Bû rêbera gel a xwezayî. Tecrîd baş xwend û dît ku tevahiya civaka Kurd ji nû ve bi qirkirinê re rû bi rû ye. Wê jî di çalakiya xwe de israr kir. Girtî, siyasetmedar, dostên gelê Kurd dengê xwe dan vê çalakiyê. Ev çalakî bi vî rengî kete rojeva cîhanê. Niha, dewleta Tirk dixwaze hem tola vê yekê hilîne û hem jî pêşengiyekê tasfiye bike. Lê roja ku Leyla Guven hate destgîrkirin, wiha got "Ez dikarim birevim, ez bixwazim dikarim biçim derveyî welêt, lê ez derneketim, ez ê li ber xwe bidim” û dîsa wê berxwedana xwe nîşan da.

Ji bo ku bibin dengê Leyla Guven divê çi bê kirin?

Ev berxwedan dê bidome. Pêdivî pê heye ku hemû gelên Tirkiyê û gelê Kurd berxwedana Leyla Guven bibînin. Divê dengê xwe bidin berxwedana Leyla Guven. Di pêvajoya herî krîtîk de, divê têkoşîn bi hembêzkirina Leyla Guven, ku nirxên xwe û gelê xwe hembêz kir û pêşengî jê re kir, zêde bibe. Ji bo ku em dengê Leyla Guven û hevrêyên wê yên din bînin ziman û bigihêjin serfiraziyê, hewce ye bêtir bixebitin, bi rêxistin bibin, çalaktir bibin. Tê zanîn ku pergala kapîtalîst a navneteweyî ji Kurdan re çi rewa dibîne. Ji ber vê yekê, divê li dijî pergala dewleta Tirk a qirker di berxwedanê de bimînin. Li dijî Leyla Guven û siyasetmedarên girtî; divê rewşenbîr, rojnamevan û hemû beşên din ên civakê çalakiyên xwe zêde bikin. Tenê bi vî rengî em dikarin azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. Bi rastî, îro ji bo rêber Abdullah Ocalan "gavek ji bo mîsogerkirina azadiya wî û şikandina tecrîdê" heye. Di çarçoveya vê tevgerê de, divê tevahî civak û gelên Kurdistanê berxwedaneke mezin nîşan bidin.

Wek rojnamevaneke jin, bersiva we ji berxwedana Leyla Guven re çi ye?

Îro, em wek nûçegiha li herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin. Wek jin û wek endameke gelê Kurd, ez ji berxwedan û helwesta Leyla Guven moral û hêzê digirim. Ew îlhama me ye. Îro jinên mîna Leyla Guven pêşengên civakê ne. Ew çavkaniyên exlaqî yên civakê ne. Ew çavkaniyên hêz û îlhamê ne. Em ê hemû bi hev re berxwedana Leyla Guven hembêz bikin. Gerîlayên jin li dijî qirkirina jinan, qirkirina civakê û faşîzmê li çiyayan têkoşîneke mezin didin. Siyasetmedarên li Tirkiyê yên jin, jinên ciwan, tevgera jinan zehmetiyeke mezin dibîne. Dîsa, jin li Rojava têkoşîneke mezin didin. Dibe ku hem jinên li herêmên dagirkirî hem jî jinên ku bi siyasetê re mijûl dibin û pêşengiyê dikin, hedef bigirin. Di 23'yê Hezîrana 2020'an de, jinên pêşeng ên siyasetmedar ên Kongreya Star hedef girtin. Lê ev têkoşîn, tevî berdêlan jî, bi hêz bi pêş ve diçe û ew ê xurttir bibe.

ANHA