Piştî avakirina baregehan, PDK`ê vê carê daran jî dibire

​​​​​​​PDK rojane baregehên nû li nêzî herêmên gerîla ava dike û çekên giran vediguheze herêmê. Vê carê PDK li rexa çêkirina baregehan, li herêmên nêzî gerîlayan dest bi birîna daran jî kiriye.

Piştî avakirina baregehan, PDK`ê vê carê daran jî dibire
Piştî avakirina baregehan, PDK`ê vê carê daran jî dibire
Piştî avakirina baregehan, PDK`ê vê carê daran jî dibire
Piştî avakirina baregehan, PDK`ê vê carê daran jî dibire
Piştî avakirina baregehan, PDK`ê vê carê daran jî dibire
Piştî avakirina baregehan, PDK`ê vê carê daran jî dibire
Piştî avakirina baregehan, PDK`ê vê carê daran jî dibire
Piştî avakirina baregehan, PDK`ê vê carê daran jî dibire
7 ÇILE, 2021   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, çekdarên PDK’ê li herêma Qesrê ya ser bi navçeya Çoman û bajarokê Wertê ya ser bi navçeya Rewandiz yên dikevin ser bajarê Hewlêrê, dest bi birîna daran kiriye û ev dar bê ku ji bo wan pêwîst bike, tê birîn.

Herêmên ku çekdarên PDK’ê dar lê dibirin evin; “Zînî Wertê, Çiyayê Gewe, rêze çiyayên Direb, Girê Kêle ya ser bi bajarokê Wertê, Girê Maynesur, Girê Xanolan, gundê Welzêy a ser bi bajarokê Qesrê, Girê Kulîtar û derdora wê.”

Her wiha gorî agahiyan, li rexa dar birînê, fermandarên PDK’ê ji xelkê herêmê xwestine bi kêfa xwe biçin û daran bibirin.

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/VAWtLHKWUYY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>