Rojnameyên erebî: Dagirkeriya Tirk bi topbaranê bajarekî Sûriyê bê kehrebe hişt

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî azarên şêniyan ên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, encamên lihevhatina welatên Kendavê û rageşiya li Amerîkayê, nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Dagirkeriya Tirk bi topbaranê bajarekî Sûriyê bê kehrebe hişt
7 ÇILE, 2021   08:30
NAVEND NÛÇEYAN

 DAGIRKERIYA TIRK KEHREBE JI SER BAJAREKÎ SÛRIYÊ QUT KIR

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û azarên şêniyan ji ber wê yekê şopandin û di wê derbarê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Hêzên dewleta Tirk û mîlîsên wê careke din bi topan êrişî herêma Til Temir a parêzgeha Hesekê kirin.”

Rojnameyê di dewama nivîsa xwe de wiha got: “Hêzên dagirkeriya Tirk bi topên hewanê avêtin derdorê navçeya Til Temirê û gelek top li stasyona kehrebeyê (2 km bakurê Til Temirê) ketin, ji ber wê yekê stasyon ji xizmetê derket. Hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Serêkaniyê bi zanabûn binesazî û cihên xizmetguzariyê yên li gundewarê bakur û rojavayê parêzgeha Hesekê, bi awayekî domdar dikin hedef da ku şênî ji wan xizmetan pê bar bimînin. Ji dema bicihbûna artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmê ve, ev cara 5`an e ku stasyona kehrebeyê ya Til Temirê û xetên û torên kehrebeyê yên girêdayî wê dike hedef.”

PÊŞBIRKEKE TIRKÎ-ÎRANÎ JI BO BIKARANÎNA LIHEVHATINA WELATÊN KENDAVÊ

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî encamên lihevhatina welatên Kendavê wiha nivîsî: “Piştî bidawîbûna civîna welatên Kendavê ku Dewhayê têkiliyên xwe bi Enqere û Tehranê re qut nekirin û ew yek ji sedemên sereke yên aloziya bi welatên din ên Kendavê re bû, pêşbirka Tirkiye-Îranê dest pê kir da ku sûdê ji “serkeftina Qeterê li ser Siûdiyê û welatên din ên Kendavê” bigirin, wekî ku ew bi nav dikin.”

 

Her du aliyên navborî dizanin ku Qeter pêşî li hebûn û serweriya wan li xaka xwe nagire, ku roj bi roj zêde dibe. Ew jî difikirin ku bi wê yekê dikarin dest li Kendavê werdin û rê nedin pêkanîna helwesteke yekbûyî ya welatên Meclisa Hevkariyê li dijî gefên Îranê ji aliyekî ve û destwerdana Tirkiyê ji aliyekî din ve.

ÊRIŞA LI DIJÎ KONGRESÊ, AMERÎKA HEJAND

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî pêşketinên li Amerîkayê wiha nivîsî: “Li paytexta Amerîkayê di navbera hêzên ewlekariyê ji aliyekî ve û alîgirên serok Dunald Trump ku êrişî avahiya Kongresê kirin û tedbîrên erêkirina serkeftina serok Jeo Biden betal kirin, şer rû da. Ev pêşketina xeternak û ne ji rêzê di qada siyasî ya Amerîkayê de, suprîzek ji welatiyên Amerîka bi xwe û ji gelek welatên cîhanê re çêkir.”

 

Serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden, serdegirtina avahiya “Capitol” şermezar kir û wekî “îsyan û destdirêjiyeke ne ji rêzê” li ser demokratîkbûna Amerîkayê, bi nav kir. Biden di daxuyaniya li ser bûyerên Kongresê de wiha got: “Ez bang li vê komê dikim ku van kiryaran yekser rawestîne. Ji ber van bûyerên xerab, ez şoqmayî û xemgîn im.”

Biden wiha lê zêde kir: “Tiştê ku niha li avahiya Kongresê rû dide, ne Amerîka û ne jî gelê wê temsîl dike, divê yekser bi dawî bibe!.”

Ji aliyê xwe ve, Trump li ser tiwîtterê bi dîmenekî bang li alîgirên xwe kir û got: “Ez êşa we dizanim, wan hilbijartin ji me dizîn. Lê belê, divê hûn vegerin malên xwe, divê em aştî, qanûn û sîstemê pêk bînin.”

Piştî bangawaziya Trump li alîgirên xwe ji bo derketina ji avahiya Capitol, rayedarên amerîkî ragihandin ku avahiya Kongresê bi ewle bûye, her wiha hêzên ewlekariyê komên alîgirên Trump ji hundir derxistin. Pêşbînî hene ku demokratparêz lezê bidin berdewamkirina rûniştina erêkirina serkeftina Biden bi serokatiya Amerîkayê.

(cx)