Kesayetên welatparêz bang li PDK'ê kirin: Dest ji peymanên erzan berde

Kesayetên welatparêz dan zanîn ku bicihbûna hêzeke mezin a PDK'ê li hemberî deriya Sêmalka ya sînorî bi Rojava re, tevgerên dijminatî û fikireke teng e ku berjewandiyên kesayetî dide ser berjewendiyên gelê Kurd.

Kesayetên welatparêz bang li PDK'ê kirin: Dest ji peymanên erzan berde
7 ÇILE, 2021   08:12
QAMIŞLO-HÊLÊN ABDULLAH

Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hebûna xwe li ser sînorê Rojava berdewam dike û di vê dawiyê de navendên leşkerî li gundê Xankî ya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî Sêmalka ya li herêma Dêrikê ava dike.

Kesayetên welatparêz yên Qamişloyê têkildarî mijarê axivin û zihniyeta PDK'ê bi eşîrtî û desthildar bi nav kirin.

/ar/uploads/files/2021/01/07/072456_hsham-hsw.webp

Haşim Hiso tevgerên PDK'ê, anîna çekên giran li sînorê Rojava û êrişa dawî ku li dijî gerîla li nêzî gundê Sêgirêkî ya girêdayî navçeya Amediyê ya Duhokê pêk aniye bi şaştiya mezin bi nav kir. Her wiha Haşim Hiso piştrast kir ku tevgerên PDK'ê tenê xizmeta dijminên Kurd û plansaziyên wan dike.

Hiso destnîşan kir ku liv û tevgerên PDK'ê çavkaniya xwe ji zihniyetek desthildar û malbatî digire û diyar kir ku ew qebûl nakin ku PDK`ê piştgiriya dijminên Kurdan bike.

/ar/uploads/files/2021/01/07/072501_hsn-tmw.webp

Hesen Silêman Temo jî wiha got:" Pêwîst bû ku di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de tevger hêsan bûye û gel karîba bi hêsanî derbas bibûya."

Hesen Silêman anî ziman ku ew li benda yekîtiya Kurdan ne.

Temo destnîşan kir ku liv û tevgerên PDK'ê bi perspektîfên dewleta Tirk pêk tên. Her wiha pirsî ku çima PDK'ê rê li Tirkiyayê vedike ku baregehên xwe yên leşkerî li ser axa wê ava bike? kir.

Temo bang li PDK'ê kir ku dest ji pêkanîna van şaştiyan berde ji ber ku bi van tevgeran xizmete gelê Kurd nake.

/ar/uploads/files/2021/01/07/072522_shykhmws-asad.webp

Şêxmûs Eseed jî siyasetên PDK'ê û anîna hêzên xwe li ser sînor şermezar kir û got:" Kiryarên ku PDK'ê dike, dikevin xizmeta dijminên Kurdan û ev yek diyar dike ku PDK'ê ne serbixwe ye."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EtTsycjWjN0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>