Parêzer Îdrîs Îso: Bi tecrîdê qanûnên navneteweyî tên binpêkirin

Endamê Sendîkaya Parêzeran a Herêma Cizîrê Îdrîs Îso tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got “Dewleta Tirk qanûnên xwe jî binpê dike. Lê belê mafê her kesî heye ku di çarçoveya qanûnan de bi awayekî adilane were darizandin."

Parêzer Îdrîs Îso: Bi tecrîdê qanûnên navneteweyî tên binpêkirin
7 ÇILE, 2021   06:50
QAMIŞLO-ZÎLAN DÊRSIM

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin pêk anîn.

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleya Tirk bi hinceta "Nexşerêyê" ku di 2009'an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, di 23'yê Îlonê 2020 de 6 meh qedexeya hevdîtina parêzeran li rêber Abdullah Ocalan ferz kir.

Rêber Abdullah Ocalan ku piştî 21 salan di 27'ê Nîsanê de cara yekem mafê xwe yê hevdîtina bi rêya telefonê bi kar anî, di 7’ê Îlona 2020’an de 6 mehan hevdîtin lê hate qedexekirin. Her wiha di 30’ê Îlona 2020’an de, diyar bû ku qedexeya dîtina malbatê hebû.

‘DEWLETA TIRK HETA QANÛNÊN XWE JÎ BINPÊ DIKE’

Endamê Sendîkaya Parêzeran a Herêma Cizîrê Îdrîs Îso diyar kir ku dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan qanûnên navneteweyî binpê kirine û got: "Dewleta Tirk qanûnên xwe jî binpê dike. Mafê her kesî yê li gorî qanûnan darizandineke adil heye û her wiha bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Mafê kesî nîn e ku mafê girtiyan paşguh bike an jî sînordar bike."

Îdrîs Îso destnîşan kir ku qutkirina têkiliyên girtiyan bi derve re binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û wiha pê de çû: "Mafên di qanûna ku sala 1948’an hate îmzekirin, pîroz in û divê werin parastin.”

‘GIRTINA KESÊN KU SÛC NEKIRINE, SÛC E’

Îso bal kişand ser qanûnên ku di sala 1948’an de hatine weşandin û got: “Di gotara 2’yemîn a qanûna navneteweyî de, divê mafên kesan bêne parastin û azadiya wan neyê binpêkirin. Girtina kesan ku li gorî xala 9’an tawanek nekiriye, sûc e. Li gorî xala 10’an mafê kesan ê dadgeheke dadperwer, azad û wekhev heye. Divê darizandin adil û bê alî be."

Îso diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan bi neheqî tê darizandin û got rewşeke krîmînal a Ocalan tune ye û ew ji destpêkê ve hewl dide mafên mirovan biparêze û wiha berdewam kir: "Wî wekhevî, azadî û biratiya gelan parast. Bê guman, azadiya gelan li gorî berjewendiyên dewleta Tirk nîn e. Ji ber ku dewleta Tirk mafên gelên Kurd, Ermen û Ereb desteser kirine. Rêber Abdullah Ocalan mafên herî bingehîn ên gelan parastin. Ev mafên rewa yên herî bingehîn in. Ji bo vê sedemê, dewletên ku ji sala 1999’an ve bi dewleta Tirk re tev digerin, hevkarên wê ne."

‘DEWLET LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE QANÛNAN DISEPÎNE’

Îso diyar kir ku ev qanûn ji ber berjewendiyên dewletan têne sepandin û got ji van qanûnan re rêz nehat girtin, ji bo bindestan nehatin bicihanîn û ger ku qanûn bihatana bicihanîn, rêber Ocalan heya niha azadiya fîzîkî bi dest xistibû û got: "Kesên ku tecrîd û îşkenceya li ser rêber Abdullah Ocalan pêk anîn, diviyabû ku niha di zindanê de bûna.”

‘PEYMANA EWROPAYÊ YA SALA 1950’YÎ BINPÊ DIKIN’

Îso bal kişand ser Peymana Ewropayê ya ku di 1950’an de li Romayê hate îmzekirin û got: "Kesê ku li gorî xala 1’emîn a Zagona Mafên Mirovan a Peymana Ewropayê tê darizandin, divê were darizandin û parastin. Li gorî xala 2’yan divê qanûn maf û jiyana mirovan bi tevahî biparêze. Li gorî benda 3’yan îşkence û şîdeta li kesan nayê qebûlkirin. Li gorî xala 5’an, mafên kesayetê divê bêne parastin û ewlehiya mirovan were dabînkirin. Li gorî xala 6’an, dadgeh divê dadmend be. Divê kes û parêzerên wî bikarin parastina xwe bikin. Mirov azad e ku bi her awayî bixwaze parastinê dike. Li gorî xala 8’an, divê kes neyê astengkirin. Li gorî benda 9’an mafê her kesî heye ku bifikire û nabe ku ji derve destwerdan lê were kirin. Li gorî benda 10’an divê ramana azad neyê astengkirin."

‘LI PAŞ PERDEYÊ DEWLETÊN PIŞTGIRIYÊ DIDIN DEWLETEA TIRK HENE’

Îso destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî li gorî erk û berpirsyariyên xwe tev nagerin û diyar kir ku der barê mafên mirovan de gelek qanûn hene, lê ev qanûn nayên bicihanîn. Îso diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî li gorî berpirsyariya xwe tev bigerin û got: "Divê ew pêşiya dewleta Tirk a ku qanûnan binpê dike, bigirin."

Îso îşaret pê kir ku tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan tenê ji hêla dewleta Tirk ve nehatiye kirin û destnîşan kir ku li pişt perdeyê destê dewletên din jî di tecrîdê de heye ku têkiliyên leşkerî û aborî bi dewleta Tirk re hene.

Endamê Sendîkaya Parêzeran a Herêma Cizîrê Îdrîs Îso her wiha bang li rêxistinên sivîl û rêxistinên navneteweyî kir ku li gorî peywir û berpirsyariyên xwe tev bigerin, dengê xwe bilind bikin û ji rêber Abdullah Ocalan re azadiyê bixwazin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Unow7-2-Kj4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>