6 cenaze li Kampa Holê kuştî hatin dîtin-Hate nûkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di du rojan de, 6 cenaze li Kampa Holê dîtin ku bi destê şaneyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

6 cenaze li Kampa Holê kuştî hatin dîtin-Hate nûkirin
6 ÇILE, 2021   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên li derbarê bûyerên kuştinê de yên li Kampa Holê hatine bidestxisitn, di 5’ê Çileyê de agahî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hat ku 3 cenaze li beşa duyemîn a taybet bi penaberên iraqî yên li kampa Holê hatine dîtin.

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikeve liv û tevgerê diyar bike ku cenaze yên penaberên iraqî yên bi navên Îde Mihemed Ewad û hevjînê wê Îbrahîm Egle Setam ê sûrî û birayî wê Îyad Mihemed Ewad e. Her 3 jî bi guleyên di serî de hatine kuştin.

Di heman rojê de, tam saet di 17:00’an êvarê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeya jinekê li beşa 4’an a Kampa Holê kuştin dît. Li navneda Heyva Sor a Kurd eşkere bû ku ew jin ji Sûriyê û ji bajarê Helebê bi navê Samiya Abdullah Hemed e û bi du guleyan di serî de hatiye kuştin.

Îro jî, agahiyeke din ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hat ku ciwanek li beşa 5’an a Kampa Holê hatiye kuştin. Ew ciwan jî ji Sûriyê, ji şêniyê Hecînê, bi navê Mûsa Elî Seîd (26) e û bi du guleyan di serî de hatiye kuştin.

Îro saet di 19:00`an de li gorî agahiyên ku hatine ber dest hêzê, bûyereke din li beşa duyemîn a kampê pêk hatiye. Li ser wê hêzê berê xwe da cihê bûyerê û diyar bû ku jinek bi navê Sûad Herîr Ebid Hemze ya iraqî ji Enbarê di serî de bi du guleyan hatiye kuştin.

Hîna jî lêpirsînên Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê kesên ev sûc kirine de, berdewam in, lê li gorî pêşbiniyan ihtîmal heye çeteyên DAIŞ`ê li paş van bûyeran bin.

(fr)

ANHA