Li avahiya Senatoyê polîs parlamenter ji avahiyê derxist

Hejmareke mezin ji alîgirên serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bendên polîsan ên li dora Senatoyê derbas kirin û kete nava avahiya Senatoyê. Polîsan jî parlamenteran ji avahiyê derxist.

Li avahiya Senatoyê polîs parlamenter ji avahiyê derxist
6 ÇILE, 2021   21:41
 NAVENDA NÛÇEYAN

Alîgirên Donald Turmp, bendên polîsan derbas kirin û gihaştin qada sereke ya Senatoyê, alên xwe hildan û sloganên li dijî encamên hilbijartinên serokatiyê berz kirin.

Li gorî gelek raporên çapemeniyê yên xwecihî, hêzên polîsan ên girêdayî kongresê hewl didin tevahiya avahiyê li hemberî alîgiran bigirin.

Dazgehên çapemeniyê bi bîr xistin ku alîgirên Trump û polîs li hundirê avahiya Senatoyê bi hev ketine û polîsan parlamenterên li wir ji avahiya derxistine.

Senatoyê ji ber xwepêşendanan civîna xwe bi dawî kir.

Li aliyekî de hate ragihandin ku berpirsê xebatên wezîrê parastinê Chris Miller daxwaza şandina sewqiyatan ber bi Washingtonê ve red kir.

(şx)