Meclisa Rêveber a herêma Firatê civîna xwe ya salane bi girtina rêzebiryaran bi dawî kir

Meclisa Rêveber a herêma Firatê civîna xwe ya salane ku ev du roj in li dar dixe, bi girtina rêzebiryaran bi dawî kir.

Meclisa Rêveber a herêma Firatê civîna xwe ya salane bi girtina rêzebiryaran bi dawî kir
6 ÇILE, 2021   17:37
 KOBANÊ

Tevahiya endamên rêveberî û kadroyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a li herêma Firatê civîna xwe ya salane ku li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar xistibû, bi girtina rêzebiryaran û danîna plansaziya sala nû bi dawî kir.

Tevahiya deste, meclisên herêmî û rêveberî yên herêma Firatê, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û kesên serbixwe tev li civînê bûn.

Di civîna ku ev du roj in li dar ket de, raporên salane yên kantonên Kobanê û Girê Spî, deste, gerînende û nivîsgahn hatin xwendin.

Di beşa duyemîn a civînê de rapora rêxistinî ya sala 2020`an hate xwendin. 

/ar/uploads/files/2021/01/06/171002_mstfa-iytw.webp

/ar/uploads/files/2021/01/06/171035_hmyd-alabd.webp

Hevserokê kantona Kobanê Mistefa Îno û hevserokê kantona Girê Spî Hemîd Hesen El-Ebid axivîn û destnîşan kirin ku ji bo derbaskirina kêmasiyên sala borî, divê rêbaza rêveberiyê ya heyî bi temamî were guhertin û rê li pêşiya genedeliyê bê girtin.

Piştre beşdaran rewşa rêxistinî û rêbazên derbaskirina kêmasiyan nirxandin.

Meclisa Rêveber a herêma Firatê civîna xwe ya salane bi girtina rêzebiryaran bi dawî kir. jê; pêxistina saziyan, tunekirina gendeliya rêveberî û malî, çalakkirina qanûna îstîsmarê li tevahiya saziyan, pêkanîna hinek guhertinan di hevpeymana Rêveberiya Xweser de, pêkanîna qanûna karmendan û vekirina nivîsgehên nirxandin, geşepêdanê û jimartinê û gelek projeyên din.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Pl3Hfq_syQI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>