​​​​​​​Rayburn: Her du partiyên li Washingtonê piştgiriya siyasetên Amerîkayê dikin

Nûnerê Amerîkayê yê nû yê li Sûriyê Joel Rayburn got ku siyaseta welatê wî ya têkildarî Sûriyê dê neyê guhartin û her du partiyan piştgiriya rêbaza heyî dikin.

​​​​​​​Rayburn: Her du partiyên li Washingtonê piştgiriya siyasetên Amerîkayê dikin
6 ÇILE, 2021   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî aloziya li Sûriyê û dîtina rêbazên çareseriyê, nûnerê Amerîkayê yê nû yê li Sûriyê Joel Rayburn ji rojnameya The National Emirates re diyar kir ku siyaseta Washingotinê a girêdayî Sûriyê di dirêjahiya çend salên dawîn de siyaseta her du partiyên li Washingtonê rave dike. her wiha destnîşan kir ku ev siyaset li ser 3 armancên girêdayî ava dibe.

Rayburn îşaret pê kir armanca yekemîn têkildarî têkoşîna li dijî terorê anku çeteyên DAIŞ`ê ye. Armanca duyemîn rêgirtina li pêşiya hegemonya leşkerî ya Îranê li Sûriyê û armanca sêyemîn jî, çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî bi hejmar 2254 û pêkanîna fişarê li rejîma El-Esed e.

Têkildarî bandora cezayên Amerîkayê yên li dijî hikumeta Şamê, Joel Rayburn fikira ku DYA`yê berpirsa azarên gelê Sûriyê ye red kir.

(eh)