Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk li Idlibê bergiriya operasyoneke leşkerî dike

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Idlibê, her wiha encamên lûtkeya Kendavê û aloziya Lîbyayê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk li Idlibê bergiriya operasyoneke leşkerî dike
6 ÇILE, 2021   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DAGIRKERIYA TIRK BERGIRIYAN DIKE EGER ŞAM HEWL BIDE IDLIBÊ VEGERÎNE’

Der barê geşedanên li Sûriyê û bi taybet li herêma Idlibê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Hêzên dewleta Tirk  tevgereke berfireh li herêma bêçek a li bakurê rojavayê Sûriyê dewam dike. Ev tevger ji çiyayên Laziqiyê yên bakurê rojhilat ta bi taxên bakurê rojavayê bajarê Helebê, her wiha gundewarên Hema û Idlibê jî dide ber xwe. Li hin cihan hêzên xwe ji nuqteyên leşkerî dikişîne, li hin cihan jî, bi taybet li çiyayê El-Zawiyê yê başûrê Idlibê hêza xwe bi cih dike."

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Niha zêdetirî 12 hezar leşkerên dewleta Tirk û zêdetirî 8 hezar maşînên leşkerî li 64 nuqteyên leşkerî yên li başûrê Idlibê û hin herêmên Hemayê belav bûne.

Guman heye ku ev liv û tevgera dewleta Tirk û zêdekirina hêzan, sedema wê ew e ku rê li pêşiya operasyoneke leşkerî ya mezin a hêzên "rejîmê", bi alîkariya Rûsyayê bigire.

Li gorî rojnameyê:"Dewleta Tirk hêzên xwe li herêma Cebel El-Zawiye zêde kirine û nêzî 30 nuqteyên leşkerî li eniyên di navbera hêzên rejîmê û yên opozîsyonê de ava kirine. Hewl dide ku bergiriyê li pêşiya tevgera hêzên rejîmê bike.”

‘LI KENDAVÊ LIHEVHATINA GIYANÎ’

Der barê encamên lûtkeya Kendavê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Lûtkeya Kendavê giranî da hevkarî û aramiya li Kendavê û vegera têkiliyên di navbera Qeterê û çar dewletên ku boykot kiribû. Dilgermiya pêşwaziyan û axaftinên germ û bi hêvî yên ku lîderan gotin, mijara lihevhatinê winda kir ku merc û awayên pêkanîna vê lihevhatinê dê çi bin.

Di encamnameya civînê de ku ji aliyê wezîrê karên derve yên Siûdiyê Feysel Bîn Ferhan ve hate xwendin, tenê hin xalên giştî hebûn, der barê “nedestwerdana karên hundirîn” û "hevkariya li dijî pergal û rêxistinên terorê" û "têkoşîna hevbeş li hember gefên li dijî ewlehiya Kendavê", lê di encamnameyê de behsa pabendiyên ku pêwîst e her aliyek pêk bîne, nehate kirin.

Her wiha di encamnameyê de behsa daxwazên dewletên boykotê nehate kirin, ka çi ji Qeterê dixwazin.

Hin derdorên li Kendavê got armanca lûtkeyê ew bû ku lihevhatineke giyanî-moralî pêk bîne, ne lihevhatineke siyasî.

‘LÎBYA… BICIHKIRINA ÇAVDÊRIYA NAVDEWLETÎ BEŞEK JI LIHEVHATINA CINÊVÊ YE’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Çavkaniyeke leşkerî ya Lîbyayê diyar kir ku fermandariya artêşa niştimanî dê bipejirîne ku çavdêrên navdewletî, li bin sîwana Neteweyên Yekbûyî, bê bicîkirin, da ku çavdêriya agirbestê bikin. Her wiha got ku ev beşek ji lihevhatina Cinêvê ye, ku meha cotmehê ya derbasbûyî hetiye kirin".

Çavkaniyan got ku ev mijar ne pêşniyareke nûye, lê belê ew lihevhatineke berê ye, ku komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) li ser wê mijarê lihev kiribûn, her wiha got ku komîteya leşkerî lihev kiribû ku ji bo çavdêriya bergiriyên pêwîst bike, ji wan bergiriyan jî bicîkirina çavdêrên navdewletî ye.”

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûy Antonio Guterres duh pêşniyar kiribû ku çavdêrên navdewletî yên din bin sîwana Netewyên Yekbûyî, li Lîbyayê bêne bicîkirin da ku çavdêriya lihevhatina agirbestê bikin.

(kn)