Malbatên Şehîdan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku azadiya wan tenê bi azadiya rêber Ocalan gengaz e.

Malbatên Şehîdan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye
6 ÇILE, 2021   05:18
QAMIŞLO-ZÎLAN DÊRSIM

Her ku berxwedana li zindanan a ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan geş dibe, bertekên gel jî roj bi roj zêde dibin.

/kr/uploads/files/2021/01/05/204626_delal-munir-beddur.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û dayîka şehîd Cemşîd Delal Munîr Bedur tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe tevahiya mirovahiyê ronî kir û got: "Heta ku rêber Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî negire, em nikarin qala azadiyê bikin."

Têkildarî komploya ku hêzên navneteweyî pêk anî, Delal got divê ew rêber Ocalan serbest berdin, çawa ku wan ew girtiye.

/kr/uploads/files/2021/01/05/204702_yazi-hasan-battal.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan û hevjîna şehîd Mihemed Betal Yazî Hasan Betal destnîşan kir ku ew wek jin felsefeya rêber Apo dişopînin û got: “Dewleta Tirk naxwaze mafê jiyanê bide felsefeya rêber Apo. Ji ber vê yekê, ew dixwaze jinan tune bike. Rêber Apo bi qasî 22 salan di bin tecrîdeke giran a dewleta Tirk de ye. Dibe ku li Îmraliyê be, lê giyanê me her dem bi wî re ye. Em bi felsefeya wî dijîn. Divê dijmin baş bizane ku kes nikare me ji felsefeya rêber Apo bide sekinandin. Heya ku rêberê me azadiya fîzîkî bi dest nexe, em jin nikarin azad bibin. Azadiya rêber Apo azadiya jinan e.”

/kr/uploads/files/2021/01/05/204729_necah-gulo.webp

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan û dayîka şehîd Rêber Necah Gulo jî got: “Tecrîd her roj girantir dibe. Me der heqê rêber Apo de agahiyek negirtiye. Ew ne dikare bi malbata xwe re û ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Em nikarin der barê tenduristiya wî de agahiyekê jî wergirin."

Necah Gulo destnîşan kir ku divê dewleta Tirk dev ji siyaseta xwe ya qirêjî berde û dawî li tecrîda giran bîne û diyar kir ku dewleta Tirk bi vî rengî nikare xwe bigihîne encamê.

Necah diyar kir ku saziyên mafên mirovan û hêzên navneteweyî tenê dirûşman dibêjin û got: "Wisa dixuye ku ew bi cidî nêzikî erk û berpirsyariyên xwe nabin. Divê her kes bizane ku kes nikare me û rêber Apo ji hev qut bike. Em mîna goşt û neynûk bi hev ve girêdayî ne. Rêber Ocalan bi salan têkoşîna azadiyê da. Ew bi têkoşîn, bîrdozî, felsefe û demokrasiya xwe ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn bû rêber. Rêber Ocalan ne tenê ji bo Kurd û Kurdistanê şer kir. Me mînaka wê ya berbiçav li Rojavayê Kurdistanê dît. Têkoşîna wî ji bo mirovahiyê ye. Ew ji bo dad û wekheviyê têdikoşe. Wî her gav rê nîşanî jinan dikir. Wî bi felsefeya xwe rêyek danî. Divê kes nefikire ku em ê dev ji rêberê xwe berdin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Gulo banga bidawîkirina tecrîdê kir û got dewleta Tirk her roj mirovan qetil dike, qanûnên mafên mirovan binpê dike û wiha lê zêde kir: “Rêber Ocalan di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de ji bo mirovahiyê bû pêşeng. Lê niha ew li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Yên vê dipejirînin şirîkên dewleta Tirk in.”