Barîna baranê dereng ma û cotkar bi fikar in

Cotkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber nebarîna baranê bi fikar in, pirsgirêkên aborî û bilindbûna buhayê semad û dermanan barên wan girantir dikin.

Barîna baranê dereng ma û cotkar bi fikar in
6 ÇILE, 2021   04:14
KOBANÊ

Piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên çandinî ne û çandinî jêdera sereke ya debara bi hezaran malbatan e. Rûbera zeviyên bejî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji sedî 75 e.

Lê îsal ji ber nebarîna baranê cotkar bi fikar in, li aliyekî din jî bihabûna semad û dermanan barên wan girantir dike.

COTKAR BI FIKAR IN

Cotkar texmîn dikin ku heger derengketina barîna baranê berdewam bike dê ne tenê cotkar bandorê bibînin wê karesteke çêbibe,.

Cotkarê bi navê Xidir Şahîn ê ji navçeya Şêran a kantona Kobanê dibêje ku piştî azarên mezin ji ber kirîna tov û semadê, 70 hektar genin bejî û 16 hektar kemûn çandine û wiha diyar dike: "Heger derengketina baranê zêdeyî wisa dewam bike, dê karesteke çêbibe û tevahî civak pê bandor bibe. Ji xwe em zehmetiyên wergirtina mazotê dikişînin, ji ber ku kêm e."

Şahîn destnîşan kir ku her sal mîna vê wextê çandinî baş bû û wiha domand: "Îsal wekî ku hûn dibînin baran kêm e, ne tenê li Kobanê, lê belê pirsgirêk giştî ye. Em hêvî dikin ku destek hebe da ku me ji bandora karesteke rasteqîn ku rû bide, biparêze."

Cotkarê bi navê Salih Hec Îbrahîm ê ji gundê Çem Heran ê rojhilatê kantona Kobanê ye da zanîn ku heya niha mewsima çandiniyê bi ziyan e.

Hec Îbrahîm ku îsal 6 hektar genim, zêdeyî 30 hektar ceh çandine û amadekariyê dike ku 4 hektar kemûn jî biçîne, bang li aliyê têkildar kir ku destwerdanê bikin: " Buhabûna bihayê madeyan û kêmbûna berhemê salane li azarê kirîna êmên sewlan zêde dike. Em hêvî dikin ku aliyên têkildar destwerdanê bikin, ji ber gelek ziyan hene ku dighêjin cotkaran."

'TEVÎ ZIYANAN, DERFETA HILBIRÎNÊ HEYE'

Têkildarî gotinên cotkaran, endezyarê çandiniyê Fadil Hec Mamo got: "Hîna zû ye ku bêjin dê li herêmê hişkbûneke çêbibe û mewsim telf bibe. Heger di çend rojên bê de baran bibare dê rewş were guhertin. Tevî ku ji sedî 20 ziyan çêbûye, lê hîna derfeteke mezin li pêşiya çandiniyê heye ku ji nû ve çêbibe."

Mamo destnîşan kir ku wekî cureyeke alîkarî ji çandiniyên ku ziyan dîtine û pelên wan zer bûne, pêwîste semada yura ya reş were reşandin.

Bilindbûna buhaya semad, derman, cotkirin, heqdestê karkeran û kêmbûna berhmenên çandiniyê li gorî buhayê çandiniyê ji gelek cotkaran re dibin pirsgirêk.

Ji wê zêdetir, gelek cotkar dest bi çandina darên berhemdar ên mîna fisteqên helebê kirine da ku ji van azaran xilas bibin û berhemeke zêdetir werbigirin. Di demên dawî de çandina darên fisteqên helebî zêde bûne ku mîna vê demê bi hejmareke mezin tên çandin.

RÊVEBERIYA XWESER ÇI DIBÊJE

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo diyar kir ku ew ê mazotê bidin xwediyên zeviyên avî û semada pêwîst dabîn bikin, her wiha li hemû bendavan kenalên avdanê amade bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/25jyvY7OBMo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>