'Domandina tecrîdê bi berjewendiyên hêzên kapîtalîst ên li Rojhilata Navîn ve girêdayî ye’

Rewşenbîrên li herêmên Bakur û Rojhilatê Srûiyê diyar kir ku dewleta Tirk ji berdewamkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan, armanc dike ku hegemonyaya pergala kapîtalîst mayînde bike û rê li pêşiya belavbûna ramanên rêber Abdullah Ocalan bigire.

'Domandina tecrîdê bi berjewendiyên hêzên kapîtalîst ên li Rojhilata Navîn ve girêdayî ye’
6 ÇILE, 2021   03:23
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Hêzên navneteweyî bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekitiya Ewropayê (YE), Îsraîl, Rûsya û dewletên Afrîkayê bi komployeke navneteweyî di 15`ê Sibata 1999`an de rêber Abdullah Ocalan girt. Piştre ew radestî dewleta Tirk kir ku tecrîdeke girankirî lê ferz kir û hevdîtinên malbatê û parêzeran qedexe kirin.

Ruxmî ku CPT`yê têkildarî binpêkirina qanûnên navneteweyî ji hêla dewleta Tirk ve, gelek rapor derxistin jî, lê dîsa dewleta Tirk bi erêkirineke navneteweyî tecrîdê li Îmraliyê didomîne.

‘TECRÎD BI ARMANCA DIRÊJKIRINA HEGAMONYAYÊ TÊ FERZKIRIN’

/kr/uploads/files/2021/01/05/203509_-.webp

Endamê rêveberiya Nivîsgeha Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Dirbêsiyê Ehmed Silêman diyar kir ku dema ku rêber Abdullah Ocalan sala 1999`an dîl hate girtin, got “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê bi girtina min dest pê kir”.

Silêman destnîşan kir ku armanca ji dîlgirtinê û ferzkirina tecrîdê ew e ku dewletên mêtinger hewl didin asta aloziya li Rojhilata Navîn gur bikin û herêmên lê hegemon bin, ava bikin.

Silêman bal kişand ser rola hêzên navneteweyî di dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina tecrîdê de û wiha domand: “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê bi qonaxa derketina fikr û felsefeya neteweya demokratîk re dest pê kir. Lewra dewletên kapîtalîst hîna rola xwe ya di komploya navneteweyî de ya li dijî rêber Abdulllah Ocalan de didomînin.”

Endamê rêveberiya Nivîsgeha Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Dirbêsiyê Ehmed Silêman îşaret pê kir ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst ên ku piştgiriya wê dikin, ji girankirina tecrîdê armanc dikin ku fikrên wî tune bikin û rê nedin ku ev fikr bi awayekî fireh li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bibe. Ji ber ku ev fikr ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareseriya herî guncaw e.

Silêman behsa nakokiyên hundirîn ên li Tirkiyê kir û got: “Dewleta Tirk bi tevahiya rêbazan hewl dide pirsgirêkên li hundirê Tirkiyê veşêre. Ew siyasetmedar û rojnamevanan digire û bi rêya mudexelekirina kar û barên dewletên cîran, dixwaze wan aloziyên xwe derxe derve.”

Silêman di dawiyê de da xuyakirin ku ji bo pêkanîna yekitiyê divê perspektîvên rêber Abdullah Ocalan pêk werin û bang li tevahiya rewşenbîr, siyasetmedar û azadîxwazan kir ku helwestên cidî nîşan bidin ji bo ku tecrîda li rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

/kr/uploads/files/2021/01/05/203556_-.webp

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê nivîskar Ekrem Derwîş jî got ku ji bo bidawîkirina tecrîdê, çalakî wê bidomin.

Derwîş da zanîn ku domandina tecrîdê bi berjewendiyên hêzên kapîtalîst ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Piştî xwendina felsefeya rêber Abdullah Ocalan, me dît ku fikr û felsefeya wî li dijî berjewendiya tevahiya hêzên kapîtalîst in. Ji ber wê mayîna wan hêzan bi domandina tecrîdê ve girêdayî ye.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vmulTpVlWUM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>