Ciwanan piştgiriya xwe ji şervanên QSD`ê re nîşan da

Ciwanên Minbic, Reqa û Tebqayê ku serdana Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kirin, teqez kirin ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsayê, ew ê piştgiriya şervanên QSD`ê bikin.

Ciwanan piştgiriya xwe ji şervanên QSD`ê re nîşan da
5 ÇILE, 2021   14:20
EYN ÎSA

Îro, şandeyeke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên ji Minbic, Reqa û Tebqayê serdana Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kirin ku navenda wê li navçeya Eyn Îsayê ye. Ciwanan serkeftina şervanan li dijî hemû êrişên li dijî navçeyê pîroz kirin û teqez kirin ku ew piştgiriya şervanan di berxwedana li dijî dagirkeran de dikin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef û hejmareke fermdarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), pêşwaziya şandeya ciwanan kirin.

Di serdanê de, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Nasir El-Xalid daxuyaniyek xwend û tê de berxwedana şervanên QSD`ê li hemberî êrişên li ser navçeya Eyn Îsayê, silav kir.

Ciwanan soz da ku dê şaneyên ji bo berjewendiyên dagirkeriya Tirk kar dikin û Erdogan wan ji bo derbkirina aramiya herêmê û pêkanîna armancên xwe bi kar tîne, tune bikin.

Saziyên ewlehiyê yên li herêmê beriya mehekê, şaneyek ku ji 28 kesan pêk dihat, girêdayî MÎT`a Tirk bû û agahiyên derbarê baregehên leşkerî û navendên rêveberî de dida û teqînan pêk dianî, bê bandor kiribû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bang li ciwanên tevahiya herêmên Sûriyê kir ku piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li hemberî dagirkeriya Tirk bibin.

Tevgerê kanala Rudaw rexne kir, ji ber ku rastiyan berovajî dike û agahiyên nerast diweşîne.

Kanala Rudaw, xwepêşenedeke ciwanan a li hemberî baregeha leşkerî ya Rûsyayê ji bo şermezarkirina bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê, wekî ku êrişek li dijî nuqteyeke QSD`ê ye weşandibû.

Tevgerê di dawiya daxuyaniya xwe de bêdengiya navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku ev bêdengî îsbat dike ku ew şirîkê dewleta Tirk a dagirker e.

/ar/uploads/files/2021/01/05/132546_ein-esa-ciwan-28129.webp

Ji aliyê xwe ve fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, Tevgera Ciwanên Şoreşger spas kir û piştrast kir ku ciwan hêzên civakê yên çalak in û ew hêzê ji wan digirin.

Di dawiya serdanê de sloganên silavkirina QSD û piştgiriya berxwedana şêniyên Eyn Îsayê hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ARgigL3Mjmc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>