Li bajarokê Qadiriyê şaxekî Akademiya Civaka Demokratîk hate vekirin

Akademiya Civaka Demorkatîk şaxekî xwe bi navê "Şehîd Hêlîn" li bajarokê Qadiriyê yê başûrê kantona Kobanê vekir.

Li bajarokê Qadiriyê şaxekî Akademiya Civaka Demokratîk hate vekirin
Li bajarokê Qadiriyê şaxekî Akademiya Civaka Demokratîk hate vekirin
Li bajarokê Qadiriyê şaxekî Akademiya Civaka Demokratîk hate vekirin
5 ÇILE, 2021   14:52
KOBANÊ

Akademiya Civaka Demokratîk li bajarokê Qadiriyê yê 35 km dikeve başûrê navçeya Sirînê ya Kobanê  şaxekî xwe bi navê "Şehîd Hêlîn" vekir.

Di merasîmê vekirinê akademiyê de kesayetên civaka sivîl, rûspiyên herêmê  û endamên saziyên rêveberiya Sirînê amade bûn.

Her wiha bi beşdarbûna 17 endaman ji pêkaheteyê Ereb ên ji navçeya Sirîn û bajarêkên girêdayî wê dewreya perwerdeyê ya yekemîn bi navê "Şehîd Nîhad Minbic" hate vekirin.

Hevserokê Şaredariya Sirînê Mistefa Muslim axivî û bal kişand ser rola akademiyan di pêşxistin û zanekirnia civakê de.

Bavê şehîd Nîhad Minbic, Xalid Îbrahîm El-Îsa yê ku tev li dewreya perwerdeyê bûye, diyar kir ku bi tevlêbûna perwerdeyê serbilind e, her wiha helbesteke ku li ser wesyeta kurê xwe yê şehîd nivisandibû, xwend.

Merasîm bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA