Jinên Helebê: Leyla Guven sembola her jineke Kurd e

Jinên bajarê Helebê girtina siyasetmedara Kurd Leyla Guven ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve bi kiryareke li dijî mafên jinan bi nav kirin û tekez kirin ku Leyla Guven sembola her jineke Kurd e.

Jinên Helebê: Leyla Guven sembola her jineke Kurd e
5 ÇILE, 2021   07:56
HELEB-HENAN MIHEMED

Piştî ku hikumeta Tirkiyê biryara girtinê heta 22 sal û 3 mehan li parlamantera Kurd Leyla Guven birî, di êvara 21`ê Kanûna borî de hêzên hikumetê Leyla Guven girtin.

/ar/uploads/files/2021/01/05/065531_hyah-hwrw_1.webp

Şêniya bi navê Heyat Horo cezayê ku hikumeta Tirkiyê li Leyla Guven biriye şermezar kir û tekez kir ku dewleta Tirk dixwaze vîna jinên ku ji bo jiyana azad tê dikoşin, bişikîne û wiha domand: "Dema ku beriya demekê Leyla Guven hate girtin, wê li dijî siyaseta dewleta Tirk û ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kir. Dewleta Tirk bi girtina Leyla Guven careke din dixwaze vîna jinên ku ji bo piştgiriya wê beşdarî çalakiyên grevên birçîbûnê bûbûn, bişikîne.”

Heyat bang li jinan kir ku heta rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin.

ꞌME ÎSRARA XWE JI FIKIRÊ RÊBER APO GIRTIYEꞌ

/ar/uploads/files/2021/01/05/065556_aaeshh-hsn.webp

Şêniya bi navê Eyşe Hesen jî axivî û berxwedana Leyla Guven silav kir. Eyşê got ku ew wekî jinên li taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê piştgiriya berxwedana jinên ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan têdikoşin, dikin.

Eyşê wiha got: “Çiqasî dewleta Tirk a faşîst hêza xwe ya leşkerî xurt bike jî, bi îsrar û îradeya xwe ku me ji fikir û felsefeya rêber Ocalan û ji berxwedana têkoşeran girtiye, em ê hewl bidin daxwazên xwe pêk bînin.”

ꞌLEYLA GUVEN SEMBOLA HER JINEKE KURD Eꞌ

/ar/uploads/files/2021/01/05/065540_sham-blal.webp

Sîham Bîlal jî bal kişand ser sûcên ku dewleta Tirk li dijî jinan pêk tîne û nexasim li dijî jinên têkoşer û hemelyên binçavkirinê yên li dijî jinan û got: “Ew hewl didin rê li têkoşîna jinan bigirin. Leyla Guven sembola her jineke Kurd e. Ew ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan têkoşiya, ji ber ku azadiya civakê girêdayî azadiya rêbertî ye. Ji lew ra divê heta rakirina tecrîdê em yêkoşînê bilind bikin. Dewleta Tirk beyî ku parlamanter Leyla Guven beşdarî darizandina xwe bibe, cezayê girtinê heta 22 salan lê birî.”

Sîham siyasetên AKP`ê û Erdogan ên li dijî çalakger û siyasetmedarên ku li dijî zilmê û koletiyê têdikoşin, şermezar kir û wekî kiryarên li dijî mafên jinan bi nav kir.

ꞌBINPÊKIRINAN RAWESTÎNIN!’

/ar/uploads/files/2021/01/05/065610_nbyhh-mwskw.webp

Nebîha Mosko jî got ku dewleta Tirk dixwaze jinên têkoşer û birêxistinkirî li her çar parçeyên Kurdistanê bêdeng bike û diyar kir ku hemleyên revandin û binçavkirinê ji ber tirsa ji têkoşîna jinan pêk tên.

Nebîha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe rabin û binpêkirinên hikumeta Tirk li dijî jinên Bakurê Kurdistanê û Rojava û bi taybetî jinên siyasetmedar bi dawî bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ku Leyla Guven di 8`ê Mijdara 2018`an de di girtîgeha Amedê de bi armanca rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Greva birçîbûnê ya Leyla Guven 200 rojan dewam kir û bi sedan girtiyên li girtiyên Tirkiyê û çalakvanên Kurd li gelek welatên cîhanê, beşdarî greva birçîbûnê bûn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2_8jOwD0hYk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>