Ruxmî ku PDK`ê bi dewleta Tirk re ye, lê Kurd bendewarên yekitiyê ne

Tevî siyasetên PDK`ê yên dijberî doza Kurd, gelê Kurd bendewarê pêkhatina yekitiyê ye û hêvî dike ku PDK`ê girêdana xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re bi dawî bike.

Ruxmî ku PDK`ê bi dewleta Tirk re ye, lê Kurd bendewarên yekitiyê ne
5 ÇILE, 2021   03:14
HESEKÊ-BESIL REŞÎD

Tevgerên Partiya Demorkat a Kurdistanê tu nîşaneyên erênî ku yekitiya kurdî pêk bîne yan jî xwe ji dewleta Tirk a dagirker dûr keve, nadin. Lê tevî vê yekê jî gelê Kurd bendewarê pêkhatina yekitiyê ye.

ÇAVÊN BENDEWARÊN YEKITIYA KURD

Şêniyên bajarê Hesekê destnîşan kir ku ew dixwazin yekitî pêk were û dibêjin ku bi yekitiyê wê xeteriyên li dijî Kurd tune bibin.

Şêniyê bi navê Seîd Yûsif Ebdo got ku piştî destpêkirina aloziya Sûriyê, gelek astengî rastî gelên herêmê hatin ku bandoreke neyinî li wan kir û wiha domand: “Ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd divê partiyên siyasî bi lez bibin yek.” 

Ebdo diyar kir ku gelê Kurd heta îro bendewarê yekitiyê ye da ku vê pêvajoya aloz derbas bikin û got, yekitî hêz û serkeftin e û bi yekitiyê kesek nikare gelê Kurd tune bike û vîna wan bişkîne.

XEWNEKE Û DIVÊ PÊK WERE

Şêniyê bi navê Ebdulhekîm Revê da zanîn ku dijminên kurdan sûdê ji nakokiyên di navbera partiyan kurdî de digire.

Revê bang li partiyên siyasî yên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û wiha pê de çû: “Yekitî xewna gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Diviyabû ku ji destpekê ve kurdan ev yekitî ava kiribana da ku bibaya gava sereke ya rêvebirina pêvajoya heyî."

Ebdulkerîm Murad jî banga yekitiyê kir û got: “Erka parityên siyasî ye ku yekitiyê pêk bînin. Divê di zûtirîn dem de vê yekê bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dUdDORwlARQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>