Jinên çalakger: Dewleta Tirk qebûl nake ku jin azad bibe

Jinên çalakger ên Kurd têkildarî girtina têkoşer Leyla Guven got dewleta Tirk bi siyasetên xwe yên çewisandinê û sûcên qirkirina siyasî hewldana qirkirina gelê Kurd dike. Her wiha diyar kir ku jinan dike hedef, ji ber naxwaze jin azad bibin.

Jinên çalakger: Dewleta Tirk qebûl nake ku jin azad bibe
5 ÇILE, 2021   01:31
KOBANÊ-MEYSAA EKARÎ

Bertekên li djiî girtina hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven zêde dibin, nexasim ku gelek alî dibînin ev girtin di

çarçoveya sûcên qirkirina siyasî ya ji aliyê desthilata Tirk ve li dijî siyasetmedar û çalakgerên Kurd tê meşandin.

/kr/uploads/files/2021/01/04/205606_-.webp

Der barê mijarê de endama Koordînasyona Kongreya Star şaxê herêma Firatê Hedla Hesen got girtina Leyla Guven tê wateya redkirina jinan û rêxistinên têkildarî jinan.

Hedla Hesen destnîşan kir ku Leyla Guven ne kesayeteke leşkerî  yan jî çek rakiribû, lê siyasetmedareke Kurd e û dixwest rêxistinên jinan bi cîhanê bide naskirin. Her wiha dewleta Tirk naxwaze jin bigihêjin azadiya xwe û isbata vê yekê girtina Leyla Guven e.

Hedla Hesen ev yek li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk naxwaze dengê jinan hebe yan jî jin azad bibin, lê bila bizanibe ku dê bi van sûcan nikaribe vîna jinan bişkîne û dê bi hezaran Leyla werin dinyayê."

Hedla Hesen destnîşan kir ku projeya qirkirina gelê Kurd ji girtina rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina tecrîdê ve hate destpêkirin û wiha pê de çû: "Ji ber ku hewldana qutkirina rêbertî ji gelê Kurd dikirin, texmîn kirin ku bi vî şeklî dê gelê Kurd êdî banga mafên xwe neke, lê ew nizanin ku piştî girtina rêbertî dê gelê Kurd banga hemû mafên xwe bikin û fikirê rêbertî ji xwe re bike bingeh. Piştî siyasetmedaran banga mafên Kurdan kirin dewleta Tirk yekser dest bi sûcên qirkirina siyasî kir."

Dewleta Tirk sûcên qirkirina siyasî  li dijî siyasetmedarên Kurd û hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatin hilbijartin pêk tîne. Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) beriya du hefteyan ragihandibû ku ji sala 2015`an ve zêdetirî 16 hezar endam û serokên partiyê hatin girtin.

/kr/uploads/files/2021/01/04/205647_-.webp

Li aliyekî din jî berdevka Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a şaxê herêma Firatê Necat Mesla jî axivî û got dewleta Tirk her tim dixwaze vîna jinan bişkîne, jina Kurd dike armanc û bi hemû rêbazan tundiyê li dijî jinan pêk tîne, da ku moralên wan bişkîne.

Necat Mesla da zanîn  ku ji ber  jinan di hemû qadan de rola xwe isbat kir, dewleta Tirk jinên Kurd dike armanc û dixwaze dengên wan çi di qada siyasî de be, çi jî di qadên din de be qut bike.

Di dawiyê de Necat Mesla piştrast kir ku jin bindestiyê qebûl neke û li dijî faşîzmê li ber xwe bide.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jQXt4zwdDnk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>