Şaredariya Gel a Şefayê ya Dêrazorê stasyoneke avê ava dike

Şaredariya Gel a bajarokê Şefa yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê li ser daxwazên şêniyan dest bi avakirina stasyonekê kir ku ava vexwarinê ji 27 hezaran kesî re peyda bike.

Şaredariya Gel a Şefayê ya Dêrazorê stasyoneke avê ava dike
4 ÇILE, 2021   11:09
DÊRAZOR

Şêniyên bajarokê Şefa û 4 gundên girêdayî wê, ji ber tunebûna torên ava vexwarinê li herêmê neçar dimînin ku avê ji sahrîcan bikirin. Şêniyan li cem şaredariyê gilî kir û xwest pirsgirêka avê çareser bibe.

Şaredariya Gel jî li ser daxwazên şêniyan dest bi avakirina stasyoneke avê kir.

Hemwextî xebatên avakirina zemîna stasyonê, şaredarî dê di 6`ê vê mehê de sûrekê li dora stasyonê û hewzên parzûnkirinê ava bike.

Li gorî çavdêrên projeyê tê payîn ku ev xebat bi dawiya Sibatê re bi dawî bibe. Destpêkê dê av bi rêya sahrîcan bê pere li şêniyan were belavkirin heta ku tora sereke tê dirêjkirin.

Saziya Giştî ya Avê ya Dêrazorê zêdetirî 35 stasyonên avê restore kiribûn û av gihandibû gundên li ser dirêjahiya berava çemê Firatê ya li Dêrazorê. Her wiha stasyoneke nû li gundewarên rojhilat, stasyonek li Cerzê ya rojhilat, yeka din li gundê Ebû Herdûb a ku avê digihîne beşa rojavayê bajarokê Ebû Hemam ava kirin.

(şx)

ANHA