Di kemîna DAIŞ'ê de 30 leşkerîn hikumeta Şamê û sivîl hatin kuştin û birîndarkirin

SOHR'ê ragihand ku di encama kemîneke DAIŞ'ê ku duh pêk aniye de 30 leşkerên hikumeta Şamê û sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.

Di kemîna DAIŞ'ê de 30 leşkerîn hikumeta Şamê û sivîl hatin kuştin û birîndarkirin
4 ÇILE, 2021   09:49
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di encama kemînekê de ku DAIŞ'ê li ser rêya Şam-Reqayê nêzî herêma geliyê El-Ezîb pêk aniye, 12 endamên hêzên hikumeta Şamê û 3 sivîl hatin kuştin û 12 leşker û 3 sivîl jî birîdar bûne.

Her wiha ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e, dibe ku hejmara kuştiyên hikumeta Şamê zêde bibe.

Li gorî SOHR'ê çeteyan erebeyek leşkerî desteser kirin û çend endamên hêzên hikumeta Şamê ku tê de bûn dîl girtine.

(dm)