HRE`yê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Gîvara Efrîn ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, eşkere kir.

HRE`yê nasnameya şehîdekî eşkere kir
4 ÇILE, 2021   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Bîlal Hemkawî (Gîvara Efrîn) di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye. Di daxuyaniya HRE`ê de wiha hate gotin:

“Di roja 2’yê Çileyê de hevrêyê me Gîvara Efrîn, di qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê de gihîşt şehadetê.
Hevrê Gîvara Efrîn, li Efrînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di têkoşîna me ya li hember dagirkeriyê de heta kêliya dawîn cihê xwe girt û bû şervanekî rûmetê. Hevrê Gîvara, bi şoreşa azadî û demokrasiya gelan bi azwerî û dilsoziyeke mezin bawer kir, li hember her cure paşverûtiyê bi biryar sekinî û tev li karwanê şehîdan bû.

Em di şexsê hevrê Gîvara de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Gîvara Efrîn
Nav û Paşnav: Bîlal Hemkawî
Navê Dayikê: Necah
Navê Bav: Cemal
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê, 2 Çile 2021