Artêşa Tirk li gundên Minbicê ziyanên mezin gihandin milkên sivîlan

Beriya du rojan artêşa Tirk û çeteyên wê gundên bakurê bajarê Minbicê bi gelek hewanan kirin armanc û di encamê de ziyanên zêde gihaştin mal û milkên welatiyan.

Artêşa Tirk li gundên Minbicê ziyanên mezin gihandin milkên sivîlan
Artêşa Tirk li gundên Minbicê ziyanên mezin gihandin milkên sivîlan
Artêşa Tirk li gundên Minbicê ziyanên mezin gihandin milkên sivîlan
Artêşa Tirk li gundên Minbicê ziyanên mezin gihandin milkên sivîlan
Artêşa Tirk li gundên Minbicê ziyanên mezin gihandin milkên sivîlan
Artêşa Tirk li gundên Minbicê ziyanên mezin gihandin milkên sivîlan
Artêşa Tirk li gundên Minbicê ziyanên mezin gihandin milkên sivîlan
4 ÇILE, 2021   07:48
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Beriya du rojan gundên Um Edesê, Dendenê, Çiyayê El-Seyada û Camûsiyê yên li bakurê rojavayê Minbicê rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin. Artêşa Tirk ji baregeha Tirkiyê ya li Yaşilî topan diavêje gundên navborî.

Ji ber topbarana hêzên dagirker rewşa welatiyên li gundan dijwar e, lê dîsa jî dev ji xaka xwe bernadin.

Welatiya bi navê Wehîda Osman a ji gundê Çiyayê El-Seyada got ku topbarana artêşa Tirk bi şev û roj wan û zarokên wan dike armanc.

Wehîda diya 4 zarokan e, li aliyekî rewşa wan a debarê zor e  û li aliyekî din jî topên dewleta Tirk bi ser serên wan  dibarin, lê dîsa jî li mala xwe ne û soz dane ku heta derketina dagirkeriyê û rizgarkirina herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, dê dev ji xaka xwe bernedin.

Li aliyekî din jî şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed El-Hisên jî axivî û da zanîn ku ew parastina herêmê û sivîlan ji êrişan dikin. Ehmed El-Hisên ku li eniyên bakurê rojavayê Minbicê ye, got artêşa Tirk topan diavêje gundên ku şênî lê hene.

Di dîmen û wêneyên ku ANHA’yê bi dest xistine de şopên wêraniya  ku artêşa Tirk bi malên sivîlên li gundan aniye, diyar dibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AMDV8TtaMHI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>