ꞌÊrişên Tirkiyê bi erêkirina garantorê Rûsî pêk tênꞌ

Rewşenbîr û hunermendên ji bajarê Kobanê êrişên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û gotin ku ev êriş bi erêkirina Rûsya ya garantor pêk tên.

ꞌÊrişên Tirkiyê bi erêkirina garantorê Rûsî pêk tênꞌ
4 ÇILE, 2021   01:29
KOBANÊ-NÎHAD KERIO

Tevî peymanên agirbestê yên bi sponseriya Rûsya û Amerîkayê hatin îmzekirin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji beriya mehekê ve êrişên xwe li ser navçeya Eyn Îsayê zêdetir kirin.

Rûsya li Eyn Îsayê nuqteyên xwe ava kirine da ku çavdêriya agirbestê bike, lê dewleta Tirk rojane derdora nuqteyên wê topbaran dike, bêy ku ew tu helwestekê nîşan bide.

Li gorî çavdêrên ku geşedanên li herêmê dişopînin, bêdengiya Rûsya niyeta wê eşkere dike ku destkeftiyan bide hikumeta Şamê.

Têkildarî mijarê endama Rêveber a Nivîsgeha Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê Zozan Begê axivî û êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û got: "Gelo rola Rûsya ya garantora agirbestê li ku ma?"

Zozan Begê da zanîn ku divê ji niha û şûn ve baweriya xwe bi tu kesî neynin, nexasim Rûsyayê ku ji bo berjewendiyên xwe bazariya xakê dike.

Stranbêjê gelêrî Xelîl Remedan jî got: "Êdî baweriya me bi tu hêzên ku li ser axa me ye  tune ye, ne Koalîsyona Navneteweyî ku Girê  Spî û Serêkaniyê firotin û ne jî Rûsyaya garantor ku bi armanca garantiya aştiyê derbasî herêmên me bûye."

Xelîl Remedan diyar kir piştî êrişên dawî yên li ser navçeya Eyn Îsayê û daxwaza radestkirina navçeya ji hêzên hikumeta Şamê re, niyeta Rûsya eşekre kirin. Remedan got: "Em bi hêzên xwe yên parastinê bawer in û baş dizanin ku em ê bi ser bikevin."

Li  aliyekî din jî endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê Henîfê Ismet axivî û êrişên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û wiha got: "Derbasbûna Rûsya li herêmê hişt ku barên gelên herêmê girantir bibe. Dem  dema  ku Kurd yekitiya xwe ava bikin û rastiya komployên li dijî xwe nas bikin e."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y95yM56kVzo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>