Jinên Ereb banga têkoşînê li hemberî faşîzma dewleta Tirk  kirin

Jinên Ereb  diyar kirin ku armanca dewleta Tirk ew e ku koletiyê li jinan ferz bike û destkeftiyên wan têk bibe. Jinan bang têkoşînê li hemberî faşîzma dewleta Tirk  kirin.

Jinên Ereb banga têkoşînê li hemberî faşîzma dewleta Tirk  kirin
4 ÇILE, 2021   05:21
ŞIHAB EHMED-QAMIŞLO

Dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên ku li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê pêk tînin didomînin. Di raporekê de ku Sky News`ê berî du rojan weşandibû, hate diyarkirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê jinên Efrînê difiroşin dewleta Qeterê û deverên din.

Di sala derbasbûyî de hin çavkaniyan ji ajansa me re diyar kiribûn ku jinên Efrînê li bazara herêma Ezazê ya dagirkirî têne firotin, beriya wê jî çeteyên DAIŞ`ê jinên Êzidî li bazarên Reqa û Musilê yên ku di 2014`an DAIŞ`ê ew dagirkiribûn, difirotin.

Dewleta Tirk a dagirkir bi awayekî sîstematîk jinan dike armanc. Mînka vê yekê  destdirêjiya ku li navçeya Kercewsê ya Êlihê pêk hatibû ku 27 leşkerên dewleta Tirk a dagirker tecawizî keça 15 salî kiribûn.

Di qada siyasî jî dewleta Tirk mafên jinan diçewisîne, girtina têkoşer Leyla Guven mînaka herî nêzîk a ku li dîroka reşa Tirkiyê zêde dibe û isbat  dike ku Tirkiyê li dijî rizgarkirina jinan e.

Têkildarî mijarê jinên li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo sûcên dewleta Tirk li dijî jinan pêk tînin şermezar kirin.

Jina bi navê Nahiya El-Hisên got ku ji bo rizgarkirina tevahiya jinên bindest û piştgiriya wan ew ê li ber xwe bidin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Emîra Ilyas jî got: "Armanca dewleta Tirk  a dagirker ji sûcên ku li dijî jinên li Efrîna dagirkirî û deverên din ên ku dagir kirine ew e ku koletiya li jinan ferz bike û wan kontrol bike."

Jina bi navê Ecayib Mixlif sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin û got:"Jin li herêmên dagirkirî bi qetilkirin û destdirêjî re rû bi rû dimîne, her dawîn jî çeteyên Sultan Murad welatiya Ereb a bi navê Nadira Dermûş revandin û derbasî Tirkiyê kirin paşê bi idîaya ku têkiliyên wê bi Rêveberiya Xweser re heye ew qetil kirin. Li gel van sûcan çarenûsa hin jinên Kurd ne diyar e û hin ji wan jî wekî sebaya derbasî Lîbyayê kirin. Armanca Tirkiyê ji van sûcan ew e ku destkeftiyên jinan têk bibin."

Ebayib Mixlif bang li hemû jinan kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk a faşîst asta têkoşîna xwe bilind bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p_034NTJcCA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>