​​​​​​​Sivîlên ku rêya M4 bi kar tînin bi fikar in

Şêniyên ku rêya M4 bi kar tînin ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bi fikar in û teqez kirin ku baweriya wan bi hêzên Rûsyayê nemaye.

​​​​​​​Sivîlên ku rêya M4 bi kar tînin bi fikar in
​​​​​​​Sivîlên ku rêya M4 bi kar tînin bi fikar in
​​​​​​​Sivîlên ku rêya M4 bi kar tînin bi fikar in
​​​​​​​Sivîlên ku rêya M4 bi kar tînin bi fikar in
​​​​​​​Sivîlên ku rêya M4 bi kar tînin bi fikar in
4 ÇILE, 2021   02:18
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Tevî garantiya Rûsya ya parastina sivîlên ku ji herêma Firatê diçin herêma Cizîrê yan ji herêma Cizîrê diçin herêma Firatê, lê belê leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî herêmê dewam dikin û rêya M4 dikin armanc, her wiha sivîlên ku di vê rêyê re derbas dibin talan dikin. Ji lew ra şêniyên herêmê bi fikar in û baweriya wan bi hêzên Rûsya nemaye.

Piştî girtina rêyê zêdetirî 2 hefteyan ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê, 2`yê Çileyê rêya M4 careke din hat vekirin. Lê belê tevgera li ser rêyê ne wekî her carê bû, ji herêma Firatê 44 erebeyan berê xwe dabû herêma Cizîrê, her wiha 5 erebeyan berê xwe dabû herêma Firatê.

Gelek rêwiyan metirsî û nebaweriya xwe bi hêzên Rûsyayê anîn ziman.

Memdûh Derwêş ê ji Kobanê got, ji ber dewamkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û bêdengiya hêzên Rûsya li hemberî wan êrişan, baweriya sivîlan bi hêzên Rûsya û garantiya wê nemaye.

Derwêş wiha axaftina xwe dewam kir: “Tevî ku hêzên Rûsyayê jî bi me re ne, lê ji ber çalakiyên talankirinê yên vê dawiyê li ser rêya M4 çêbûne û bêdengiya hêzên Rûsya li hemberî wê, her wiha ji ber êrişên domdar ên li ser Eyn Îsa û binpêkirinê dewleta Tirkm, em ditirsin ku di rêya M4 re biçin û bên.”

Şêniyê bi navê Hisên El-Neîmî ku berê xwe dida Eyn Îsayê piştrast kir ku rêwîtiyên di navbera herêma Firatê û herêma Cizîrê de kêm bûne.

El-Neîmî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Tevî ku em bi hêzên Rûsyayê re di rêya M4 re diçin û tên jî, lê em ji ber binpêkirinên dewleta Tirk pir zehmetiyan dikişînin. Ji lew ra em bang li hêzên Rûsya dikin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rawestîne û wan ji rêyê dûr bixe.”

)cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dfxyaIjqHOU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>