Siyasetmedaran bang li PDK`ê  kirin ku beşdarî komployên li dijî kurdan nebe

Siyasetmedarên Kurd gotin ku PDK`ê ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî li ser hesabê Kurdistanê û doza kurdî bazirganiyê dike û bang li PDK`ê kirin li xeta niştimaniyê vegere.

Siyasetmedaran bang li PDK`ê  kirin ku beşdarî komployên li dijî kurdan nebe
4 ÇILE, 2021   00:37
KOBANÊ

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi siyaseta xwe ya dijminatiya doza kurdî ve girêdayî ye û beşeke sereke ji komployeke dewletên zilhêz û herêmî yên bi armanca qirkirina kurdan e.

Berpirsyarên PDK'ê xîtaba xwe tundir kir, hêzên xwe li ser sînorên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih kirin. Derbarê vê yekê de çavdêr hişiyar kirin ku heger rewş gûrtir dibe dibe ku ji kontrolê derkeve.

Endamê Rêveber ê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  a kantona Kobanê Arif Hebeş got ku dijmin dixwaze gelê Kurd qir bike, ev jî rastiyeke û dîrok isbata wê dike.

Arif Hebeş têkildarî siyasetên PDK'ê, ev yek li gotina xwe zêde kir:"Alîkariya Tirkiyê di qirkirina kurdan de dikin û beşekî ji Kurdistanê dikin qurban. "

Hebeş destnîşan kir ku kesên ku li ser rêya dijminan dimeşin cudabûnê naxin navbera heval û dijminên ku hewldana derxistina fitneyan dikin û got, liv û tevgera PDK`ê bi fermanên dewleta Tirk de pêk tên.

Endama Rêveber a Meclisa PYD`ê şaxê kantona Kobanê Nesra Derwîş jî destnîşan kir ku liv û tevgera PDK`ê mafên gelê Kurd naparêze berovajî vê xizmeta dewleta Tirk dike û got: "Gelê me yê Başûrê Kurdistanê hevgirtî ye û bi xaka xwe ve girêdayî ye û xwe dûrî şer û rageşiyan dixe."

Nesra Derwîş îşaret pê kir ku divê PDK`ê li hişê xwe vegere û wiha pê de çû:"Ji ber ku Tirkiyê di pêvajoya dîrokê de gelê Kurd qir dikir û niha jî wisa dike, komkujî li dijî kurdan pêk tîne. Ji ber vê yekê divê PDK'ê xizmeta kurdan bike, bi birayên xwe yên Kurd re yekitiya xwe ava bikin û rêya dijminan negire."

Endamê rêveber ê Komîteya Ciwanên Partiya Çep a Kurd Sûriyê Ciwan Temo jî axivî û da zanîn ku heke mirov li dîrokê vegere dê bibîne ku Kurd her tim bûne para şerê navxweyî û aliyê duyemîn her tim dewleta Tirk bû ku fitne di navbera wan de derdixist.

Temo bi lêv kir ku Tirkiyê avakirina Kurdistanê asteng dike û li her çar parçeyan fitneyan derdixe û wiha berdewam kir:"PDK`ê li ser rêya dijminan dimeşe, yekitiya kurdan qedexe dike û ev jî xizmeta berjewendiyên wê dike."

Endama Meclisa PYD'ê  şaxê Kantona Kobanê Ferîda Hesen jî banga yekitiya gelê Kurd û sekna li dijî dijminan kir û got ew li hemberî şerê birakujiyê ne.

(eh)

ANHA