​​​​​​​Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist

Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist û girtina siyasetmedara Kurd Guven şermezar kir.

​​​​​​​Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist
​​​​​​​Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist
​​​​​​​Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist
​​​​​​​Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist
​​​​​​​Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist
​​​​​​​Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist
​​​​​​​Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist
​​​​​​​Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist
​​​​​​​Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist
3 ÇILE, 2021   22:12
BEYRÛT

Bi beşdarbûna bi dehan jinan, Kongreya Star a Lubnanê, civîna xwe ya salane li Beyrûtê li dar xist. Di civînê de xebatên kongreyê yên sala 2020'an hatin nirxandin, girtina têkoşer Leyla Guven hate şermezarkirin .

Endama Koordînasyona Kongreya Star Netewî Xemgîn axivî, girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven, êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û jinên têkoşer bi taybet şermezar kir.

Bi navê meclisên PYD'ê yên Lubnanê Şervîn Cûdî got: "Di van mercên zehmet de me bi hemû hêza xwe têkdikoşin, em ê di hemû qadan de têkoşînê bikin da ku armancên hevalên xwe yên di girtîgehên faşîzma Tirk de bi cih bînin, dagirker nikare vîna jin û têkoşîna wê bişkîne."

Di civînê de seroka Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ya Lubnanê Henan Osman jî axivî û destnîşan kir ku girtina Leyla Guven binpêkirina hemû qanûnên navneteweyî ye.

Her wiha bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Lubnanê Lava Bekir diyar kir ku ew wekî ciwan dê di hemû qadan de xwe bi rêxistin bikin, da ku dîrok, ziman û çanda xwe biparêzin .

Paşê Endama Kongreya Star Mêrvet Hemo axivî û got ew bi hêvî ne ku dê di destpêka vê sala nû de li Kurdistanê û cîhanê adalet û azadiya jinan misoger bibe û hemû jin mafên xwe bi dest bixin.

Her wiha dayika şehîd Rojînda Efrîn jî axivî û got:"Em girtina siyasetmedara Kurd Leyla Guven şermezar dikin ji ber ku nûnertiya jina azad a ku ji doz û welatê xwe re wefedar bû dikir. Li gel vê yekê banga azadiya jinan dikir ji lew ra heta pêkanîna xewna şehîdan û pêkanîna xwesteka wê em ê şopdarên rêya wan bin."

Endama Kongreya Star Zeyneb Mihemed wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî tundiyê li dijî jinan pêk tînin, em vê tundiyê şermezar dikin. Her wiha girtina siyasetmedar û têkoşer Leyla Guven jî şermezar dikin. Leyla Guven kesayeteke siyasetmedar e û banga azadiyê ji tevahî jinan re dike û cezaya dewleta Tirk a li dijî wê, tevahî mîsaqên navneteweyî bin pê dike."

Civîn bi diruşmn silavkirina berxwedana jinan û silavkirina berxwedana rêber Ocalan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8XF4lVAAKnc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>