Artêşa Îsraîlê ''Metela'' herêma leşkerî ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku herêma Metela ya li ser sînorê bi Lubnanê re herêma leşkerî ya girtî ye. Ev yek ji ber metirsiya ku Hizbullah a Lubnanê di salvegera kuştina Qasim Suleymanî de êrişekê pêk bîne.

Artêşa Îsraîlê ''Metela'' herêma leşkerî ragihand
3 ÇILE, 2021   20:13
BEYRÛT

Radyoya Artêşa Îsraîlê got, artêşê çûn û hatina li nêzî herêmên bi ser sînorê Lubnanê ve qedexe kir.

Li aliyekî din jî malpera "Wala" ya Îsraîlê li ser zimanê rayedarên saziya ewlehiyê ya Îsraîlê daxuyand ku di dema dawîn de îraniyan çalakiyên provokatîf li dijî Îsraîlê pêk anîne. Ji bo bersivdana wê jî, fermandarên siyasî yên Îsraîlê hişt ku artêşa Îsraîlê gelek çalakiyên bi armanca şandina peyaman ji Îranê re li dar bixin..

Li gorî heman çavkaniyên ewlehiyê, tevî koordînaya di navbera artêşa Îsraîlê û artêşa Amerîkayê de li Rojhilata Navîn, îranî hê jî plan dikin ku tolê kuştina zanyarê nukleerê Muhsin Fexrîzade, hildin.

Malpera Wala li ser zimanê  berpirsên saziya welehiyê ya Îsraîlê eşkere kir ku Îran fişarê li Hizbullah dike ku beriya dema Trump li Koşka Spî bi dawî bibe êrişan li dijî Îsraîlê pêk bîne û ji guhartina desthilatiyê derfet bigire.

(fr)