Di encama topbarana li ser Eyn Îsayê de du sivîl birîndar bûn

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li derdora navçeya Eyn Îsayê du sivîl birîndar bûn.

Di encama topbarana li ser Eyn Îsayê de du sivîl birîndar bûn
3 ÇILE, 2021   14:25
EYN ÎSA

Leşkerên artêşa Tirk  dagirker û çeteyên wê derdora navenda navçeya Eyn Îsayê û cihê Lîwaya 93'an topbaran dikin.

Di encamê de jinek bi navê Letîfa EL-Şedad (45) û ciwanê bi navê Qusey Hesen (23) birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên navçeyê.

Topbaran hîn berdewam e.

ANHA